70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî 2019-09-13 09:20:57 ŞIRNEX - Li Silopiyayê Omer Soysal ê 64 salî ku bi şertê "ji mal dernekeve" hat berdan û kelemçe li lingê wî hat xistin, diyar kir ku nikare biçe şîna xizmên xwe jî û xwest ev pêkanîn bi dawî bibe.  Li Silopiyaya Şirnexê, di 28'ê Gulanê de polîsan avêt ser mala Omer Soysalê 64 salî û ew binçav kirin. Piştî sê rojên di binçavan de Soysal sewqî dozgeriyê hat kirin û dozgeriyê jî ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê jî bi şertê "ji mal dernekeve" Soysal berda û kelemçeya elektronîk li lingê wî xist.    Piştî biryarê 4 roj şûnde kelemçeya elektronîk li lingê Soysal hat xistin. Ji ber ku du zarokên wî li bajarên dûra dixebitin, Soysal û hevjîna xwe tenê dimînin û ji ber vê biryarê bi meha ye nikare ji malê derkeve.    'NIKARIM BIÇIM ŞÎNÊ'    Soysal, destnîşan kir ku di avêtina ser malê de tu delîl tune bûne û di dema binçavkirinê de jî bi muameleyek xirab re rû bi rû nemaye. Soysal, anî ziman ku ji ber biryara hatiye girtin di warê aborî de tengijiye û got: "Zarokên min ne li mal in. Ew ancax dikarin debara xwe bikin. Ez jî mecbûr im debara xwe bikim. Niha bar hemû li ser milên hevjîna min e. Ew jî nexweş e. Bi heywanan re eleqedar dibe, karê malê ew dike."    Soysal, diyar kir ku ji ber vê rewşê nikare biçe taziyeya xizmên xwe jî û got: "Eger sûekî min hebe bila bêjin. Bang dikim; vê kelemçeyê ji lingê min derxin da karibim biçim serdana heval û hogirên xwe, da karibim debara xwe bikim."