Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir 2019-09-13 09:20:03 AMED - Li Amedê, di du rojên dawî de Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Terorê, bi awayekî ne fermî gazî 100 malbatên "zarokên wan li çiyê" ne kiriye û ji wan xwestiye ku zarokên wan ji "qanûna poşmaniyê" sûdê bigirin.  Li Amedê, piştî çalakiya li ber avahiya HDP'a Amedê ya hin malbatên ku bi îdiaya "zarokên wan hatine revandin û wan birine çiyê", Midûriyeta Emniyetê ya Amedê gazî malbatên "zarokên wan li çiyê" ne dike. Midûriyeta Şaxa TEM'ê gazî malbatan dike û malbatên tên jî dibin qata sisêyan. Li vira polîs malbatan dibin odeyên cuda û herî kêm du polîs bi darê zorê dixwazin bi wan re sohbet bikin.    Li gorî agahiyên ji hin malbatên polîsan gazî wan kiribûn hatin bidestxistin, polîs bêyî teblîxateke fermî hebe gazî malbatan dikin û gava malbat tên Midûriyeta Şaxa TEM'ê tu qeyd nayên çêkirin. Li vira polîs bi malbatan re sohbetê dikin. Her wiha nayê hiştin ku malbat tevî parêzerên xwe bên. Li gorî agahiyên bi dest ketin di 2 rojên dawî de polîsan gazî 100 malbatî kiriye. Di dema sohbetê de tu form nayên nivîsandin û tu qeyd nayê çêkirin.    MIJARA SOHBETÊ QANÛNA POŞMANIYÊ YE    Hat gotin ku di sohbetê de ji malbatan re tê gotin ku zarokên wan li kur in, navên hevalên wan çi ne, pêwendiya wan bi zarokên wan re heye yan na... Ji malbatan hatiye xwestin ku pêwendiyê bi zarokên xwe re deynin û bila ji "qanûna poşmantiyê" sûdê wergirin. Her wiha polîsan ji malbatan xwestiye tev li çalakiya li ber avahiya HDP'ê bibin.