Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e 2019-09-13 09:19:14 WAN - Xemê Akdogan a 80 salî ku bi salan e di çalakiyan de li refê herî pêş e û gelek caran hatiye binçavkirin, niha jî 26 roj in di çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman de tim li pêş e. Dayika Xemê got: "Eger em têbikoşin, em ê careke din qeyûman bişînin Enqereyê."  Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman 26 roj in didomin. Li Wanê di Nobeta Demokrasiyê de, tevî hemû zext û zoriyan jî welatî dengê xwe bilind dikin. Yek ji çalakgerên tev li nobetê dibe jî Xemê Akdogan a 80 salî ye. Her çend nexweş e lê dîsa jî tev li çalakiyan dibe û di refa herî pêş de cih digire. Dayika Xemê ku ji mezrika Zevye ya gundê Pîrosa yê Bêşebaba Şirnexê ye, bi salan bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû maye. Piştî leşker gundê wan şewitand berê xwe da Gever a Colemêrgê û ji wir jî berê xwe da Wanê.    KOÇBERΠ   Dayika Xemê, bilêv kir ku xwedî dîtiye nedîtiye li dijî bêhiqûqîtiyan li qada ye û bi salan e têdikoşe. Dayika Xemê, anî ziman ku ji ber zext û zoriyan gelek caran koç kirine û got: "Ji ber em kurd in nahêlin em li ser axa xwe bijîn. Bi şev bi çekan davêjin ser malên me û îşkenceyê dikin û binçav dikin. Hîn jî kuştina mirovan, talankirina mala me, şewitandina malan li ber çavê min e. Nizanim mirov ê çawa behsa wan rojan bike."    DI DEMA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DE HAT BINÇAVKIRIN    Dayika Xemê, diyar kir ku ew nexweş e lê dîsa jî ji tu çalakiyan namîne û got, di dema çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tim li qadan bû. Dayika Xemê, anî ziman ku di dema çalakiyên greva birçîbûnê de du caran hatiye binçavkirin û got: "Ez û dayikên din ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ji bo em destekê bidin girtiyan me xwest em daxuyaniyê bidin. Lê nehiştin. Dora me dorpêç kirin. Du polîsan bi min girt û ji paş ve destên min kelemçe kirin û ez binçav kirim. Du rojan di binçavan de mam. Paşê dîsa ji ber me ji bo Oclan çalakiya rûniştinê li dar xist avêtin ser mala me. Dîsa e binçav kirim. Cezayê qedexekirina derveyî welat li min birîn û mehê carekê jî diçim îmzeyê didim. Em ê tim li qadan bin."   'EGER EM TÊBIKOŞIN WÊ QEYÛM BIÇIN'    Dayika Xemê, bilêv kir ku niha jî tev li çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûman dibe û got: "Berê jî qeyûm hatibûn tayînkirin. Çawa wê çaxê me qebûl nekir, em niha jî qebûl nakin. Gel qeyûman naxwaze. Em xespkirina vîna me û şaredariyên me qebûl nakim. Gel dizane qeyûm çi ne û kî ne. Ji roja hatine kes naçe şaredariyê. Ji ber em kurd in vê zilmê dikin. Bila dev ji me berdin. Eger em heta dawiyê bitêkoşin em ê dîsaa qeyûman bişînin Enqereyê."    MA / Ayşe Surme