'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye' 2019-09-13 09:16:21 WAN – Piştî qeyûm tayînî şûna 4 endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê kirin, piraniya hejmara endamên meclîsê ket destê AKP'ê. Hevşaredar û Endamê Meclîsa Şaredariyê Medenî Ozer ku qeyûm tayînî şûna wî kirin, destnîşan kir ku li pişt van tayînkirinan 'ranteke mezin a îmarê' heye.  Di sala 2016'an de ji 103 şaredariyan qeyûm tayînî 95 şaredariyan hatibû kirin. Piştî vê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê 63 şaredarî bi dest xistin. Piştî hilbijartinê Wezareta Karên Navxweyî dîsa qeyûm tayînkirin. Wezaretê qeyûm tayînî şredariyên bajarên mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Ligel vê qeyûm tayînî şûna endamên HDP'î yên meclîsên şaredariyan tên kirin. Herî dawî qeyûm tayînî şûna 4 endamên HDP'î yên Şaredariya Artemtanê hatin kirin. Li Şaredariya Artemêtanê hejmara endmên HDP'î yên meclîsê 19 bû.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê Şaredariya Artemêtanê bi dest xistibû. Lê belê YSK'ê bi hinceta KHK'î ye mazbataya Hevşaredar Gulcan Kaçmaz nedabû û li şûna wê mazbata dabû namzetê AKP'î Îsmaîl Say. Her wiha niha jî qeyûm tayînî şûna Hevşaredar û Endamê Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Medenî Ozer, endamên meclîsê Savaş Encu, Atiye Şen û Sevînç Şeker hat kirin.    Piştî qeyûm tayînî şûna 4 endamên meclîsê hatin kirin, piraniya hejmara endamên meclîsê ket destê AKP'ê.    ‘KÎ TÊ SER KAR SIYASETA XWE FERZ DIKE'    Hevşaredar û Endamê Meclîsa Şaredariyê Medenî Ozer, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaseta pergalê ne ji bo gel e û kî tê ser kar li gor xwe hiqûq, siyaset û edaletekê diyar dike û hewl didin siyaseta xwe li gel ferz bikin. Ozer, anî ziman ku lê belê gel vê siyasetê qebûl nake û got: "Di 31'ê Adarê de hilbijartinek çê bû. Gel em hilbijartin. Lê belê di vê pêvajoyê de em bi bêhiqûqîtiyekê re rû bi rû man. Beriya hilbijartinê YKS2ê namzetiya hevşaredarên me qebûl kir, lê belê piştî hilbijartinê bi hinceta KHK'î ne mazbataya wan nedane wan. Bi destê YSK'ê feqek danîn ber me."    'GEL DI 31'Ê ADARÊ DE BERSIVEKE MEZIN DA'    Ozer, got: "Piştî AKP, têk çû seîr li vê bêhiqûqîtiyê da. Li Artemêtanê li pêy lîstikeke mezin a îmarê bûn. Dixwestin di bin navê îmarê de hin talan, hin hîlekarî û nelirêtiyê bikin." Ozer, anî ziman ku piştî di meclîsa şaredariyê de piranî ket destê AKP'ê dest bi van pêkanînan kirine û got: "Em li bendê bûn van rojan ev plana îmarê bê meclîsê. Lê li hemberî vê helwesta me diyar bû. Me roja ewil gotibû em ê li hemberî hemû tiştên ne li gor berjewendiya gel bin derkevin. Ji ber vê ji bo piranî ji dest me derkeve me ji peywirêê dûr xistin û karmend danîn şûna me. Helbet wê gel ehsabê vê yekê bipirse. Gel di 31'ê Adarê de bersiveke mezin da. Em ê jî li gor mafên xwe yên demokratîk û qanûnî li dijî van pêkanînan derkevin."    Atiye Şen, anî ziman ku li Tirkiyeyê jin têm tên dîkekirin, lê belê bi HDP'ê jin di siyasetê, di warê wekheviyê de bûn xwedî gotin. Şen, bilêv kir ku lê belê pergaleke ku jinê qebûl nake heye û got: "Me jinan ji peywirê dûr xistin û karmendên zilam tayînî şûna me kirin. Jina tamûl nakin." Şen, destnîşan kir ku ew ê vê bêhiqûqîtiyê qebûl nekin û got: "Li vî welatî hiqûq pêk nayê. Hiqûq di gotinê de heye, lê di pratîkê de tune ye. Gel diçe ser sindoqan lê mixabin vîna gel nayê qebûlkirin." Şen, anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û ew ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê heta dawî mafên xwe bi kar bînin."