Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da 2019-09-13 09:13:09 AMED - Efe Tektekîn ku maşîneya zirxî lê qelibî û birîndar bû, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Zarokê 6 salî Efe Tektekîn  ê li ser Kolana Emekê ya taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê maşîneya zirxî lê qelibî, jiyana xwe ji dest da. Di 11 mehê de maşîneya zirxî li Tektekîn qelibî bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tektekîn ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Malbat wê piştî otopsiyê cenazeyê Tektekîn li Goristana Yenîkoyê defin bikin.    Kalê Tektekîn Mehmet Tektekîn (85) jî di 6'ê Hezîrana 2018'an de TOMA lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû.