Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn 2019-09-12 20:35:45 AMED - Li herêma Soravang a Pasûrê teqînek pêk hat. Di teqînê de 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Li herêma Soravang ku di navbera navçeya Pasûr a Amed û Mûşê de ye  teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku dema wesayîtek derbas bûye teqîn pêk hatiye û di teqînê de 7 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di wesayîtê de cerdevan hebûn. Serokê Konfederasyona Cerdevanan Ziya Sozen, di hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kir ku ji kesên mirine hin jê cerdevan in. Kesên mirin û birîndar bûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê.