Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin 2019-09-12 17:03:55 SAKARYA - Di doza bersûcê girtî Hîkmet Ûsta ku li navçeya Hendekê ji ber kurdbûna wan Kadîr Sakçi kuştibû û kurê wî Bûrhan Sakçi birîndar kiribû hat dîtin de, dozger ji bo bersûc Ûsta cezayê muebetê xwest.     Hîkmet Ûsta, di 16'ê Kanûna 2018'an de li navçeya Hendekê ya Sakaryayê, ji ber ku kurdî axivîbûn pêşiya Kadîr Sakçi û kurê wî Bûrhan Sakçi girtibû û pirsa "Hûn kurdin?" ji wan kiribû. Ji ber ku berisva "erê" dabûn Kadîr Sakçi (43) ji aliyê bersûc Ûsta ve hatibû kuştin û kurê wî Bûrhan Sakçi (16) jî hatibû birîndarkirin. 3'emîn danêşîna rûniştina doza ku bersûc Hîkmet Ûsta û Recep Eş ku alîkariya Ûsta kiribû têde tên darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê hat dîtin. Daneşîna ku bersûc Ûsta ku ji ber sûcê "kuştina mexsûs" girtî tê darizandin lê hat amadekirin, Recep Eş ku bi sûcê "îltimaskirina sûcdar" serbest tê darizandin, tevlî nebû. Dîsa Bûrhan Sakçi ku bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, malbata wî û parêzerê wan li daneşînê amade bûn.    TEHLİYE XWE XWEST   Daneşînê bi tespîtkirina nasnemyê Bersûc Ûsta dest pê kir. Ûsta di daneşînê de parastinên xwe yên berê dubare kir û tehliyeya xwe xwest.    Bûrhan Sakçi jî diyar kir ku ew bi giranî ji êrîşê rizgar bûye û bavê wî hatiye kuştin û xwest ku bersûc bi awayekî giran bê cezakirin. Parêzerên Sakçî jî diyar kirin ku beyanên xwe berê bi nivîskî ragihandine û xwestin ku bersûc bê cezakirin.    DOZGER CEZAYÊ MUEBETÊ DAXWAZ KIR   Dozger, ji bo bersûc Ûsta ji sûcê "kuştina bi mexsûs" cezaya muebetê xwest û ji sûcê "teşebusa kutiştinê" û "bi xwe re gerandina çeka bêruxset" xwest ku bersûc Ûsta cuda cuda bê cezakirin. Her wiha dozger xwest ku bersûcê serbest tê darizandin Recep Eş jî ji ber sûcê "îltimaskirina sûcdar" bê cezakirin.    DANEŞÎNÊ PAŞDE XISTIN   Piştî navberdayînê şandeya dadgehê ji bersûc aqûbeta kinc û rapora swapê xwest û biryara berdewamkirina bersûc Ûsta da û daneşînê taloqî 6'ê Kanûna 2019'an kir.