Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye 2019-09-12 16:46:54 AMED - Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Huseyîn Taka, di Nobeta Demokrasî ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike de axivî û got: “Mijara qeyûm ne mijarek ji rêzê ye. Li dijî aştî û demokrasiya welat darbeyek mezin heye. Têkoşîna li dijî vê jî di heman demê de xizmeta demokrasiyê ye.”  Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di roja 25'an de berdewam kir. Rêxistinên HDP'ê 25 rojin li dijî qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobetê digirin û bertekên xwe tînin ziman. Berî çalakiyê polîsan Kolana Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) dorpêç kirin. Parlementerên HDP’ê Mûsa Farîsogullari, Semra Guzel, Mensûr Işik, Îmam Taşçier û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Li aliyê din nûnerên herêma Deryareş ên HDP’ê hatin Amedê û piştgirî dan çalakiyê.    ‘STRAN GOTIN’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mzirakli yê hat cihê nobetê, ji aliyê girseyê ve bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ji ber Lîseya Ziya Gokalp pankarta “Dest ne de vîn û bajarê min” hilgirtin û heya cihê nobetê bi berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” meşiyan. Dîsa, endamên Şaxên 78’an ên Mêrdîn, Êlih û Amedê, bi pankarta “Em Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê şermezar dikin” cihê xwe di nobetê de girtin. Hunermendên MKM’ê di nobetê de stran gotin û kêliyên xwe bi girseyê dan jiyîn.    ‘AKP NÛNERÊ DAWÎ YÊ LÎSTIKANE’   Endamên Desteya Rêveber a Komeleya 78’an, li qada nobetê, derbarê salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de daxuyanî dan çapmeniyê. Endamê Komeleya 78’an a Amedê Mazhar Aktaş, daxuyanî da û wiha got: “Dabeya 12’ê Îlonê li ser gelên Tirkiyeyê travmayên mezin dane avakirin. Bandora darbeye hîna jî dewam dike. Ji roja darbeyê û vir ve em dinava lîstîkekê dene. Nûnerê herî dawî yê vê lîstîkê desthilatdariya AKP’ê  ye.”    ‘SEKNA ME WÊ HIŞMENDIYA JI EVREN HATIYE GIRTIN TÊK BIBE’   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan jî, diyar kir ku hişmendiya faşîzane wê nekare civakê dibin zextan de bigire û wiha axivî: “Bi israr em vê yekê dibêjin. Sekna me û vîna me wê hişmendiya ji Kenan Evren hatiye girtin têk bibe.”    TAKA: PÊDIVIYA WELAT BI HDP’Ê HEYE    Endamê Deryareş a HDP’ê Huseyîn Taka jî, dest nîşan kir ku mijara qeyûm ne mijarek ji rêzê ye û wiha bilêv kir: “Li dijî aştî û demokrasiya welat darbeyek mezin heye. Têkoşîna li dijî vê jî, di heman demê de xizmeta demokrasiyê ye. Ji bo ku pêşketin û mezinbûna HDP’ê asteng bikin, bi her awayî êrîş dikin. Lê HDP wê bi van zextan neyê astengkirin. Ji ber ku pêdiviya welat bi HDP’ê heye.”    ‘DESTHILATDARÎ JI STRANÊN GEL DITIRSE’   Li ser nvê MKM’ê Derhêner Îlhamî Bakir jî axivî û wiha got: “Biryara qeyûm ne meşrû ye. Bi rojane gelê me li dijî biryara xespkirina vînê li ber xwe dide û xwedî vîna xwe derdikevin. Destûr nedan ku em enstrumanên xwe bînin qadê. Gelo çima mirov ji van enstrumanan ditirsin? Em baş dizanîn ku desthilatdarî ji stranên gel ditirse. Ji ber ku stranên gel ji qanûnên wan bi hêztirin.”    Piştî daxuyaniyê, endamên Meclîsa Şaredariyê xwestin bikevin avahiya xizmetê. Lê polîsan destûr nedan wan. Endamên meclîsê li ser vê yekê, gotin wê li dozgeriyê gilî bikin û dûre ji qadê veqetiyan.