Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye 2019-09-12 15:53:35 KOCAELÎ – Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya parêzeran vê mehê li Kocaeliyê pêk hat. Serokên baroyan diyar kirin ku qeyûm darbeya li dijî vîna gel e û tevî 39 sal bi ser 12’ê Îlonê re derbas bû jî lê hiqûqa wê didome.    Her baroyek ji çalakiya “Nobeta Edaletê” re malovaniyê dike. Nobeta Edaletê ya vê mehê li ber Dadgeha Kocaeliyê pêk hat. Serokên baroyên Amed, Wan, Îzmîr, Dersim, Riha, Stenbol, Hatay, Enqere, Bursa, Edene, Antalya, Bursa, Çanakkale, Duzce, Kirklarelî, Mêrsîn, Tekîrdag û Yalovayê û parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em edaletê dixwazin” vekirin.    'TEKANE DERDÊ ME HIQÛQ E’    Di çalakiyê de ewil Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar axivî û got: “Însan hêj tên îşkencekirin. Divê em vê yekê rawestînin. Lazime em qanûnên demokratîk pêşkêşî xelkê bikin. Bila Soylu yê Baroya Amedê dike teror baş dizanibe tekane derdê me hiqûq e.”    'BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME’    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî got: “Wê yekîtiya me baroyan dewam bike. Ji ber ku baroyên me ne hewşa pişt mala kesî ye, tim di hedefê ne. Binpêkirina cuntaya 12’ê Îlonê didome. Têkildarî qeyûman jî heta biryara darazê tune be ezm qebûl nakin. Ez di şexsê Erdal Eren ê 17 salî ku hat darvekirin her kesî bibîr tînim.”    'BI HEV RE WÊ HÊZ BIAFIRE’    Serokê Baroya Tekîrdagê Sedat Teknecî jî da zanîn ku bi hev re bûna wan dê hêzê biafirîne û dê ji bo edaletê têkoşîna wan bidome.    'QEYÛM DARBE YE’    Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî diyar kir ku bi qeyûman darbe li vîna gel û hilbijêran xistine û got: “Darbekar her tim bi lanetê hatine bibîranîn. Yên li qesrê me hedef nîşan didin wê her tim me li hember xwe bibînin.”    '12’Ê ÎLONÊ DIDOME’    Serokê Baroya Îzmîrê Okan Yucel jî da zanîn ku îktîdar li ser hiqûqê zextan dike û got: “Hiqûqa 12’ê Îlonê berdewam dike.”    'DARBEYA LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu jî got armanca wan geşkirina demokrasiyê û avakirina demokrasiyê ye. Durakoglu anî ziman ku sepanên 12’ê Îlonê didomin û gefên Wezîrê Karên Navxweyî yên li dijî Baroya Amedê jî darbeya li dijî hiqûqê ye.    'EDALET DIKARE WELAT BIRÊVE BIBE’    Serokê Baroya Hatayê Ekrem Donmez jî got welat bi edalet û demokrasiyê dikare were birêvebirin û ew ferqê naxin navbera Dayikên Şemiyê û dayikên Amedê.    'ÎŞKENCE DEWAM DIKE’    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî anî ziman ku tevî 39 sal derbas bûne jî hiqûqa 12’ê Îlonê didome û got: “Îşkence dewam dikin. Gotina ‘Serdestî bêqeyd û bêşert a gel e’ li herêmek welat ne di meriyetê de ye. Qeyûm danîn ser vîna gel. Heta ev pergal neyê guhertinê em ê têbikoşin.”    Serokê Baroya Bursayê Burkan Altin jî got ji bo edaletê dê lêgerîn û têkoşîna wan dewam bike û heta ku edaletê pêk tînin.    Piştî axaftinan nobet bi lêdana çepikan qediya.