Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan 2019-09-12 15:37:31   AMED - 7 welatiyên Gundê Babexê yên Navçeya Hênê ku rastî îşkenceyê hatin û bi îdîaya "polîs kuştine" hatin girtin, derketin pêşberî dadgehê. Di danişîna yekem de welatiyek hat berdan.    Di 17'ê Kanûna 2018'an de li nêzî gundê Babexê yê Hêna Amedê, kesên di maşîneya ku polîsan dabû ser pişta wan, li maşîna polîsan gule barandin û polîs Nazım Tuncer jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê 7 gundiyên Babexê hatin girtin. Danişîna doza Abdulmuttalip Yildirim, îbrahim Narîn û kesên ku bi rapora edlî hat diyar kirin ku rastî lêdanê hatine Alî İhsan, Abdulsamet, Ayhan, Tuncay û Behçet Opçin ên bi îdîaya "alîkarî dane rêxistinê" li 5’emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bersûcan parastin kirin û îdîayên der barê xwe de red kirin. Girtiyan xwestin serbest bên berdan.   Heyete piştî navber da danişîna dozê der barê Behçet Opçin de biryara berdanê da û ji bo bersûcê din jî biryara berdewama girtinê da.    Heyetê danişîna dozê taloq kir.