Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn 2019-09-12 15:18:55   AMED - Yildiz Elma ya ku ji ber şahidê nepen yê bi navê "Venus" û du şahidên cuda, hat girtin di 3'yemîn rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Yildiz Elma ya 55 salî ku ji ber şahidê nepen yê bi navê "Venus" û du şahidên cuda, di mijdara 2018'an de li Licêya Amedê, hat girtin di 3'yemîn rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, bi hinceta "endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    'ÎFADE BI GUMAN IN'    Parêzerê Yildiz, Ozkan Avci diyar kir ku şahida bi navê Mihriban Yanit a ku îfade daye, di îfadeyên wê de bi gûmanê rast hatine.    LI DIJÎ DAXWAZA BERATÊ CEZA    Parêzerê Ozkan Avci li dijî mutaalayê parastin kir. Ozkan da zanîn ku cezakirina ku beyana Venus esas digire ne rast e. Her wiha Ozkan diyar kir ku gotinên şahidê bi navê Îhsan Koçeroglu jî tenê li ser pêhesiyê ye. Her wiha Ozkan diyar kir ku îfadeyên şahidan bi guman e û berata Yildiz xwest.    Piştî navberê dadgehê bi hinceta "Endama rêxistinê ye" 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz birî.