Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite 2019-09-12 15:18:09   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş di Nobeta Denokrasiyê ya Mêrdînê de axivî, bi van gotinan "Pozê mirov dişewite, rûyê mirov sor dibe" bertek nîşanî Serokkomar Erdogan ku ji bo hevdîtina li qesrê, bi şaredaran re qeyûman jî vexwendibû qesrê, da.    Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hatiye destpêkirin, li Mêrdînê di roja 25'an de domiya. Polisan, bi hinceta qedexeya çalakiyan a mehekê ya Walîtiya Mêrdînê, destûr neda ku HDP'î çalakiya xwe li Parqa Karayollariyê pêk bînin. Ji ber vê yekê HDP'iyan di bin dorpêça polisan de li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê ku bin stran û tilîliyan domiya, daxuyanî hatin dayîn.    LI HEMBERÎ DARBEYAN DERKETINE   Destpêkê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay axivî. Gunay darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi bîr xist û got ku darbe îro jî bi darbeya qeyûman didome. Gunay destnîşan kir ku ji duh heta îro li hemberî darbeyan derketine û heta qeyûm biçin dê çalakiya xwe bidomînin.    AKP DARBEKAR E   Piştî Gunay, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku ji ber ku darbekarên 12'ê Îlonê bi awayekî rast nehatine darizandin, darbeyên nû li welat pêk tên. Beştaş destnîşan kir ku gotinên dijberî darbeyê yên AKP'ê baweriya xwe winda kirine û wiha got: "AKP bixwe bûye darbekar. Darbeyên 1'ê Miijdarê, 4'ê Mijdarê û 19'ê Tebaxê tenê ji çend darbeyên AKP'ê ne. Darbeya 19'ê Tebaxê ne darbeya leşkerî ye le darbeyeke siyasî ye."   EW NE ŞAREDAR IN   Beştaş di axaftina xwe bal kişan ser hevdîtina li Qesrê ya di navbera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û şaredarên şaredariyên bajarên mezin û têkildarî mijarê ev tişy got: "Mirov şerm dike, rûyê mirov sor dibe. Qeyûm nûnertiya vî bajarê nake. Çi karê wan di civîna şaredaran de heye. Ew karmendên ku ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ve hatine tayînkirinin. Vî gelê deng nedaye wan. Ji ber vê sedemê civîna li Qesrê nemeşrû ye."