Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît 2019-09-12 15:03:49   AMED – Mehmet Emîn Cenan ê nexweşiya dil pê re heye ji bo çareye çû ber avahiya HDP’a Amedê û xwest çalakî li dar bixe. Polîsan jê re got “were emniyetê” û xwestin wî dûr bikin. Cenan jî wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ez li emniyetê li çareseriyê bigeriyam ez ê biçûma emniyetê. Bila partî ji nexweşîna min re jî çareyek bibîne.”   Kesê bi navê Mehmet Emîn Cenan bi îdiaya “zarokê wî şandine serê çiya” li ber HDP’a Amedê xwest tev li çalakiyê bibe. Cenan ê ji dilê xwe nexweş got “Ez ji dilê xwe nexweş im. Divê ez emeliyat bibim lê diktor min emeliyat nakin.” Polîsan nehişt Cenan beşdarî çalakiyê bibe. Li ser vê yekê Cenan çû pişt malbatên din û bi tena serê xwe rûnişt.    ‘PIRSGIRÊKA MIN JÎ HEYE’    Polîsên xwestin Cenan ji cihê çalakiyê dûr bikin demek nîqaş kirin. Cenan ji polîsên xwestin wî dûr bikin re got: “Ez ne cenawir im. Ez nehatime van mirovan bixwim. Ewqas însan li vir rûdinên bertek li dijî wan nîne. Ez gel im, heke pirsgirêka van însanan hebe pirsgirêka min jî heye. Ez ne mecbûr im tişta hûn dibêjin bikim.”    BERSIVA POLÎSAN DA    Polîsan xwest Cenan qanih bike û jê re gotin: “Em hatime bi we re hevdîtim bikim.” Cenan li ser vê yekê wiha bersiv da polîsan: “Çima ez bi we re hevdîtinê bikim? Hûn midûrê emniyetê ne. Heke ez bixwazim hevdîtin bikim jixwe ez ê werim emniyetê. Lê hûn çareseriya pirsgirêka min in.”    Cenan diyar kir ku emeliyata ew ê bibe bi rîsk e û ji ber vê yekê bijîşk wî emeliyat nakin û ji ber nexweşîna xwe êşek giran dikişîne. Cenan anî ziman ku rapora wî ya astengdariya bedenê ya ji sedî 60 heye û got: “Salek berê min krîza dil derbas kir. Ez gelek nexweş im. Carna rewşa min baş e carna jî xerab dibe. Ez bi dermanan dijîm. Her roj ez li nexweşxaneyan im.”    ‘EZ JI ÇAREYÊ HATIM PARTIYÊ’   Cenan da zanîn ku wî dîtiye malbatên li ber HDP’ê ne wî jî xwestiye were û wiha got: “Ji bo ez jî balê bikişînim ser nexweşînên xwe û ji bo çareye hatime partiyê. Bila partî çareyek ji min re bibîne. Min nexweşxane nedît. Divê ez dermanên xwînê avî dikim peyda bikim. Gelek êşên min hene. Lê ji ber ku ez hatime ber partiyê derman ji wan dixwazim gelek şanaz im û baş im. Ez j i bîr partiyê rica dikim bila ji min re derman bibînin. Mehê ez 500 lîre mûçeyê astengdariyê digirim. Ez nikarim xwe xwedî bikim.”