KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome 2019-09-12 13:38:40   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 39’min salvegera darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê daxuyanî da û got: "Ev darbeya li dijî civaka demokratîk a Tirkiye’yê pêk hatiye. Zîhniyeta ev darbeya faşîst, îro bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê tê berdawamkirin."       Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 39’min salvegera darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê daxuyaniya nivîskî da.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "Di roja îro de li Tirkiye’ya ku bi makezagona darbeyê tê rêvebirin de tu guhertin çênebûye. Darbeya ku li ser înkarkirin û tunekirina Kurdan pêk hatibû, bi ji kar derxistina bi sedhezaran mirovan, tayînkirina qeyûman a li şûna siyasetmedarên hilbijartî û îşkenceyên li girtîgehan û derve ên dijmirovî berdewam dike.     Bi darbeya 12’ê îlonê ku li dijî mirovan bi sepandinên îşkenceyê, daraza bê înfaz, darvekirin, girtina mîlyonek kesi, helwesta li dijî çapemeniyê, jiyana sendîqayî, saziyên sivîl, jin, ciwan û sûcên li dijî tevahî Kurdan pêk hat pêvajoya demokratîkbûna Tirkiye’yê qetil kir.   Bi makezagona darbeyê ya ku xwest bi pêkûtî û zordestiyê li ser civakê ferz bike û li gel wê yekî jî ji hêla civakê ve nehat qebûl kirin bandora wî hêjî didome.   Sepandinên zîhniyeta faşîst a darbeya 12’ê îlonê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê derketiye asta herî jor. Zîhniyet û rûhê Kenan Evren û Esat Oktay Yildiran di şehsê Erdogan-Bahçelî de careke din vejiya ye. Li hemberî mekanîka darbeyê, berxwedana gele me ya di eniya demokrasiyê de her berdewam e. Çawa ku vîna, Mahîran, Denîzan, Mazlûman û Kemalan serkeftinê anî, bi pêşxistina têkoşîna hevpar em careke din soz didin ku dê Kurd û tevahî şoreşgerên ji bo demokratîkbûna Tirkiye’yê têkoşînê didin dê Tirkiye’yê bi Neteweya Demokratîk tacîdar bikin.   Bi vê zanistî û baweriyê, em wekî KCD’ê, kesên darbeya 12’ê îlonê pêk anîn û piştgirî danê lanet dikin. Dê darbekarên faşîst winda bikin, azadî û demokrasî wê bi ser bikeve."