Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir 2019-09-12 13:19:27 CENEVRE - Dewlet û saziyên civaka sîvîl ên di nava Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin ên Tirkiryeyê rexne dikin, bang li Tirkiyeyê kirin ku rêzê bide mafê mirovan. Îşkenceya li sîvîlên di serdegirtinên malan ên Xelfetê hatin kirin de jî, hat rojevê.  Rûniştina Mafê Mirovan a 42’yemîn a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cenevre ya Îsvîçre dewam dike. Di roniştina îro de, dewletan û saziyên civaka sivîl Tirkiyeyê rexne kirin. Nûnerê dewleta Sûriyeyê, polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê rexne kir û got: “Tirkiyey destûr dide terorîstan ku bikevin Sûriyeyê û Tirkiye bixwe piştgiriyê dide van komên terorîst.”    Îzlandayê jî, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser beşesên muxalîv û çapemeniyê rexne klir û bang li Tirkiyeyê kir ku rêzê bide mafê mirovan.    Tevgera Dijberî Nijadperistî û Piştevaniya Dinavbera Gelan (MRAP) jî, 28 kesên di 18’ê Gulana 2019’an de li Xelfetê hatin binçavkirin û 12 rojan rastî îşkenceyê hatin, anî rojevê. Mehmet Îlkhan li ser navê MRAP’ê axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê, bi taybetî medya û beşên polîtîk ên muxalîf rastî zextan tÊn. Îlkhan, bal kişand ser polîtîkayên li Tirkiyeyê û wiha got: “Herê zêde HDP û bi taybetî jî  Başûre Rojhilatê Tirkiyeyê ji van zext û polîtîkan bi bandor dibin. Di 18’ê Gulanê de li Xelfetê bûyerek îşkenceyê hat jiyîn û îşkenceyên mîna vê bûyerê li Tirkiyeyê zêdetir dibin. Qeyûma tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Hevşaredar ji peywirê girtin. Kesên bertek nîşanî vê yekê dan hatin binçavkirin û girtin. Di heman demê de  rasstî tundiyê, derp û îşkencê hatin.”   MA / Ruştu Demîrkaya