ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome 2019-09-12 13:08:42 ENQERE – Şaxa ÎHD'ê û Hewldana 78’an ên Enqereyê, têkildarî 39'emîn salvegera darbeya 12'ê Îlona 1980'an daxuyanî dan û gotin: "Her çend der barê kesên di nava darbeya 12'ê Îlonê de cih girtin doz hat vekirin jî, çareseriyek mayinde pêş nehat. Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê, ev hişmendiya darbeyê didome."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqere û Hewldana 78’an a Enqereyê bi minasebeta 39'emîn salvegera darbeya 12'ê Îlona 1980'an daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku darbeya 12'ê îlonê encamek civakî û siyasî li pey xwe hişt û wiha cih dan daxuyaniyê: "Darbeya eskerî li welat binpêkirinên mafên mirovan ên pir giran li pey xwe hişt. Em vê roja reş a di dîroka welatê me de carek din şermezar dikin. Mirov hatin darvekirin. Mirov rastî îşkenceyê hatin. sendika, partiyên siyasî û rêxistinên civakî hatin girtin. Mafê azadiya raman û îfadreyê îhlal kirin. Mirov ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin. Darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an jî mirov dikare di vê çarçoveyê de bigire dest. Piştî darbeya ku bi ser neket, di 20'ê Tîrmeha 2016’an de OHAL îlan kirin û OHAL'ê 2 salan berdewam kir. Ji ber vê yekê mafê çalakî, azadiya ramanê û rêxistinbûnê hat îhlalkirin. Hemû hêzên muxalif ku di navde siyasetmedar, rojnameger, parz. parazvanê mafên mirovan hêj di bin zextan de ne. Hêj bi rastiya 12'ê Îlonê re rûqalî pêk nehatiye. Darbe encama hişmendiya yekperestiyê ye. Ji ber hişmendiya bêcezakirinê didome, ev hişmendî û polîtîkaya darbeyan didome."