‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’ 2017-11-28 11:57:51   AMED - Endama Akademiya Jinan Hatîce Bozkoç, diyar kir ku bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin têkolîna jinan têk bibin û wiha got: “Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin."   Endama Akademiya Jinan Hatîce Bozkoç, tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha axivî: “Bi tecrîta li ser Ocalan dixwazina têkoşîna azadiya jinê têk bibin. Heya ku tecrît bi dawî bibe em ê têbikoşîn. Ocalan bi pergala hevserokatiyê û hevjiyana azad rê ji bo têkoşîna azadiya jinê nîşanda. Jiyanî kirina vê paradîgmayê, hêzên desthilatdar ne rehet dike. Hişmendiya zilam û dewletê li dijî paradigmaya azad a Ocalan, alternafa şer hembêz kirin. Bi şer de hemû cûriyên êrîşên li ser jinan, tundî û tecawîz zêde bûne.         ‘VÎNA JINAN TÊ TECRÎT KIRIN’   Bozkoç, diyar kir ku tecrîta li ser Ocalan di heman demê de tecrîta li ser jinane û wiha bilêv kir: “Rêberekê ku azadiya jinan esas bigire û têkoşîna vê yekê dayîn derneketiye holê. Lê Ocalan em bi dîrokara me re anîn pêşberê hev. Em bi pergala koledariya 5 hezar salre anîn beramberî hev.  Ji ber vê heyê hêzên desthilatdar Ocalan dikin hedef. Dixwazin bi  pergala Îmraliyê projeya jinan têk bibin.”   ‘RAMANÊN OCALAN LI CÎHANÊ BELAV BÛN'    Bozkoç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pradîkmaya jinan a Ocalan îro li Sûriyeya Bakur ket pratîkê, modela wê li hemû cîhanê deng veda û jin dişopînin.  Îro Ocalan tê tecrîtkirin, lê felsefeya têkoşîna azadiya Ocalan li hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bûye. Dibe ku Ocalan bi awayekê fîzîkî bê tecrît kirin. lê tu carî raman û felsefeya wî ya azadiyê nayên tecrît kirin. Ji ber ku jin felsefeya Ocalan esas digirin, têkoşîna xwe mezintir dikin.”   ‘DÊ ÇALAKÎ BIDOMÎN’   Bozkoç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ocalan bi pêşengtiya jinan dixwaze civakê ji nû de avabike. Modeleke wekhev a azad pêşkêşî civakê dike. Tenê jinên kurd felseseya Ocalan na pejirînin, hemû jinên cîhanê dipejirînin û dixin pratîkê. Heya ku tecrît bidome, dê çalakî jî bidomin. Dê jin her  li qadan bin.”