Ji Tara Mamedova albûma duyemîn 2019-09-12 12:25:59   STENBOL – Hunermend Tara Mamedova piştî 5 salan bi albûma duyemîn derdikeve pêşberî muzîkhezan.      Hunermenda Kurd Tara Mamedova,  piştî pênc sala albûma xwe ya duyemîn ve careka din derdikeve pêşberî muzîkhezan. Piştî albûma ewil ya bi navê "Ax" albûma nû bi heft berheman pêkhatî bi terza caza etnîk bi performansa live (zîndî) cîhê xwe di nav hemû performansê dijîtal de girtiye.   Di vê albûmê de du heb berhem gotin û mûzîkên wan yên wê bi xwe ne, sê berhem gelerî, yek sitrana Rûsa ya gelerî û yek jî strana hunermend Şivan Perwer e.   Hunermend Mamedova sitranên xwe bi sê zimanan sitraye Kurdî, Rûsî û Firensî, piştî perwerdeya mûzîkê li Parîsê girt biryar da jiyana xwe ya hunerî li Tirkiyê berdewam bike. Aranjeya albûmê muzîkjen Olcay Bozkurt kiriye.    Mamedova ev albûma duyemîn e bi çend zimanan sitraye berhema herî berbiçav "Yek Du Sê" ye. Piştî Mamedova li Tirkiyê cîh bû ev sitrana gotinê wê bi xwe nivisîne bi du zimanan sitraye.   Berhema Mamedovayê ya duyemîn "Ay Dil " dîsa gotin û mûzîk bi xwe çêkiriye. Berhema navê wê "Kilyana" jî, ji kilasîkên Rûsa ye lê bi terz û şîroveya Mamedovayê careka din rih hate ber.   Herdû berhemên bi navê "Porê Dayîka min" û " Vengeyeno" gelek hunermendên cûr bi cûr xwendine Mamedovayê jî bi terza xwe careka din şîrove kiriye.    Sitrana di albûmê da ya here taybet jî “Kilyana” ye Mamedovayê heşt sal berê li Hewlêrê guhdar kiribû lê piştî lêkolîneke  dirêj nehat zanîn ev sitrana kî ye, Mamedovayê ev sitrana geleriye taybet derxist holê.     QEZENCA ALBÛMÊ BEXŞÎ ENSTÎTÛYA KURDÎ DIKE    Hunermend Mamedova aliyê çand û hunera Kurdî de xwe berpirsiyar dibîne, Mamedova hemû qezenca albûmê jî, ji bo çand û hunera kurdî bexişandiye Deutsch- KurdischesKulturinstitut (Enstîtûya Kurdî ye Elman.) Ev Enstîtûya li Elmaniyayê mehên borî de bi pêşengtiya Aranjorê albûma Axê Hakan Akay ve hatiye avakirin.    DÊ DERKEVE TÛRA KONSERAN    Hunermend haziriya danasîna albûmê dike, bi derketina albûmê ve berê Tirkiyayê, welêt û derveyî welêt jî haziriya gelek beşdarbûnên mîhrîcanan dike. Dê Mamedova di demên pêş de li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr, Enqere û Stenbolê konseran li dar bixe.