Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin 2019-09-12 12:17:57   ÎZMÎR - Polisan, di saetên serê sibehê de li Îzmirê bi ser gelek malan de girtin û bi hinceta "endamiya rêxistinê" 7 kesan binçav kirin.   Polisan,  di saetên serê sibehê de li Îzmîr û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 7 kes hatin binçavkirin. Polisan di serdegirtinan de gelek pirtûk û materyalên dijîtal desteser kirin. Polisan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Îzmîrê. Kesên ku hinceta "endamiya rêxistinê" hatin binçav kirin, navê wan wiha ye; Emîne Kûtal, Yasîn Ateş, Şefket Taşdemîr û Ûgraş Bîlgen.