Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan 2019-09-12 11:57:09   ENQERE - Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin û Rojnameger Huseyin Aykol, di 15'ê Îlonê de li girtîgehê dikeve 64 saliya xwe. Hempîşe û hevalên Aykol, ji bo piştevaniya Aykol kampanya pirtûk û kartan dan destpêkirin.   Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin û Rojnameger Huseyin Aykol, di 15'ê Îlonê de li girtîgehê dikeve 64 saliya xwe. Hempîşe û hevalên Aykol, ji bo piştevaniya Aykol û Aykol bi tenê nehêlin, kampanya pirtûk û kartan dan destpêkirin. Aykol, di 11'ê Tîrmeha 2019'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sincanê. Aykol ku 40 salin rojnameger e, di nava 30 salên dawî de di çapemeniya Kurd de edîtorî, qunçiknivîsî, gerînendeya giştî kiriye. Aykol, îhlalên binpêkirina mafan, a bi  nivîsa “Ji hundir" bi rêk û pêk dinivîsand li girtîgehê jî berdewam dike.    KAMPANYA PIRTÛK Û KARTAN   Yên ku yekem car kart û pirtûkan dişînin girtîgehê divê li van agahiyan baldar bin.    * Pirtûkên ku bên şandin divê bi bandrol bin. Divê li pirtûkê nivîsên piştre hatine nivîsandin û xêzkirin tune be.    * Yên pirtûkê dişînin, ger ku bixwazin nîşe bişînin, divê bi kartek cuda bişînin.    * Şandina pirtûkan a girtîgehan pir bi sînor e. Ji ber vê yekê, divê karta ku li gel pirtûkê bişînin diyar bikin ku ev pirtûk ji bo rojbûna Aykol e.    * Divê pirtûk û kart di heman kêliyê de bi postê bê şandin.    Navnîşana Aykol a Girtîgehê wiha ye: “Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sîncanê, C4-78 Sîncan-ENQERE."    AYKOL BI ÇI TÊ TAWANBARKIRIN   Aykol ji ber kampanya Nobedariya Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê rastî 3 sal û 9 meh ceza hat. 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê Aykol de di 29'î mijdara 2018'an de biryar da û Aykol, di 11'ê Tîrmeha 2019'an de li mala xwe hat girtin.    Der barê Aykol de 63 doz hatine vekirin. Hin dozên li wî hatine vekirin jî li Dadgeha Îstinafê ye.