Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin 2019-09-12 11:48:49   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê, Î.T. (60) ku tecawizî zarokeke 11 salî kiribû û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, piştî 7 mehan bi biryara dadgehê hat girtin.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Î.T. (60) ku zarokeke 11 salî îstîsmar kiribû û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, piştî 7 mehan di encama darizandinê de hat girtin. Bûyer, bi vegotina zarokê ya ji dayika xwe re derketibû holê. Li ser vegotina zarokê malbata wê serî li dozegeriyê dabû. Î.T. ku hatibû binçavkirin, piştî ku derketibû dadgehê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Angaştnameya ku hatibû amadekirin, piştî 2 mehan ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hatibû qebûlkirin.    BERSÛC TEVLÎ DANEŞÎNÊ NEBÛBÛ   Bersûc Î. T. nexweşiya xwe weke hinceta nîşan da û tevlî daneşîna yekemîn ku beriya demeke kurt hat dîtin nebû. Zaroka 11 salî serboriya xwe li daneşînê vegot. Zaroka mexdûr ev tişt got: "Ez ji bersûc gilîkar im. Nxwazim ji bilî min zarokên din jî xesar bibînin. Dixwazim ev kes bê cezakirin." Parêzerên zaroka mexdûr jî gotin ku bersûc bi sedema zayendî tevgiriyaye, sûc pêk hatiye û xwestin ku dadgehe temenê zarokê jî li ber çav bigire û derbarê bersûc Î.T. biryara girtinê bide.   NEXWEŞIYA BERSÛC HINCET NÎŞAN DA     Parêzer bersûc Î.T. jî diyar kir ku xisûsên dijber qebûl nake û xwest ku ji ber ku muwekîlê wî 67 salî û nexweş e, weke pêvajoya lêpirsînê derbarê muwekîlê wî de bergiriyên kontrola edlî pêk bên. Derûnasê Dadgeha Malbatê ku tevlî daneşînê bû jî diyar kir ku zaroka mexdûr pirsan têdigihîje û bersivên guncav dide bersivan û ev tişt got: "Zaroka mexdûr piştî bûyerê travma derbas kiriye û xerabebûna stresê jiyaye. Ji ber vê yekê divê ji bo zarokê bergîriyên tednuristiyê pêk bên."    HAT GIRTIN   Piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn, dadgehê biryara xwe da. Dadgehê qinyat kir gumanên bi hêz hene ku bersûc Î.T. sûcê li ser pêk anîne û derbarê wî biryara girtinê da. Piştî biryara dadgehê bersûc Î.T. piştî 7 mehan hat girtin.