Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin 2017-11-28 11:37:41   KOCAELÎ – Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn ji bo mexdûrên erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera xwe de alîkarî kom kirin.    Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di 12’ê mijdarê de bi pileya 7.3 erdhejek bi bandor pêk hatibû. Di erdhejê de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û bi hezaran kes mexdûr bûn. Ji bo mexdûrên erdhejê girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’emîn alîkariyek watedar kom kirin. Girtiyan di navbera hev de 2 hezar û 500 lîre pere kom kirin û bi riya malbatên xwe şandin Heyva Sor a Kurdistanê.