Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin 2019-09-12 10:31:36 AMED - Çalakgerên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê ku ji Serokkomar Erdogan bigere heta Wezîrê Karên Hundir Soylû ji bo wan banga piştgiriyê kirin, ji ber ku piştgiriyê nagirin dest bi heqaretê kirin. Heqaretên ku kirin ji aliyê kamereyan ve hatin qeydkirin.  Malbatên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi hinceta ku "Zarokên wan ji bo çûyîna çiya hatine revandin" dest bi çalakiya rûniştinê kirine, çalakiya wan 10 roj li pey xwe hişt. Li gel ku 10 roj di ser çalakiyê de derbas bûne jî piştgiriya ji bo çalakiyê gelek qels e. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bixwe li malbatan digere û timik di axaftinên xwe de banga piştgiriyê li hunermend, rêxistinên sivîl û saziyên pîşesazî dike. Şanoger Ahmet Yenîlmez ku di her firsendê de dibeje ew MHP'î ye bersiv daye banga Erdogan û hatiye serdana malbatê. Her wiha weqf û komeleyên nêzî AKP'ê jî piştgiriyê didin malbatan.    WEZÎR Û PARLAMANTERAN TÎNIN SERDANÊ   Ji ber ku çalakî piştgiriyê ji gelê kurd nagire ji Trabzon û Stenbolê malbatan anîn Amedê. Li gel vê yekê jî bandora ku ji çalakiyê tê xwestin nayê avakirin. Li ser vê yekê Wezîra Xizmetên Xebat û Civakî û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, Parlamenterê AKP'ê yê Xarpêtê Zulfu Demîrbag, Parlamentera AKP'ê ya Amedê Oya Eronat û Serokê Rêxistina MHP'ê ya Amedê Cîhan Kayaalp hatin serdana malbatan. Di serdanên parlamenter û wezîran de ji ber ku rêxistinên AKP'ê yên herêmê piştgirî nedan, serdan bi komên biçûk pêk hatin.    BANG DIKIN HEMÛ DERFET DIKIN XIZMETA WAN   Ji ber ku di asta tê xwestin de piştgiriya çalakiyê nayê kirin, Serokkomar Erdogan, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji bo piştgiriyê bang li hunermend, rêxistinên sivîl û saziyên pîşesazî kirin. Soylû beriya hefteyekê bi hinceta ku li hemberî çalakiyê bêdeng dimîne, li Dersimê gef li Baroya Amedê xwaribû. Kalin jî têkildarî çalakiyê gotibû ku hemû derfetên xwe ji bo çalakiyê sefer ber kirine û piştgirî nedana çalakiyê rexne kiribû.    BENDEWARIYA WAN DERNEKET   Li gel ku çapameniya alîgir têkildarî çalakiyê her roj nûçeyên mîna "Malbatên nû tevlî bûn" derbas dike jî piştgiriya ku tê xwestin ji bo çalakiyê nayê dayîn. Hejmara ku weke 23 malbat tê ragihandin jî ji rastiyê dûr e. Bi xizm, hevjîn û zarokan re hejmara kesên ku tevlî çalakiyê bûne hê jî 20 derbas nekiriye. Malbatên ku bi soza 'piştgiriya civakî' ketin nav bendewariyê, ji ber ku piştgiriya dixwazin nagirin, bertek nîşanî gel didin. Hin malbat ji ber ku piştgiriya wan nakin, heqaretê li şêniyên bînayên derdora avahiya HDP'ê kirin. Ev yek ji aliyê kamerayan ve hat qeydkirin.    HEQARETÊ LI GEL DIKIN   Dîmenên ku hin malbatên dema serdana Parlamenterê AKP'ê yê Xarpêtê Zulfu Demîrbag heqaretê li gel dikin derketin holê. Van gotinên banga piştgiriyê yên Demîrbag "Ji bo ku ev lîstika xayîn raweste û bibe wesîleya vegera zarokên ku çûne çiya, banga piştgiriya vê çalakiyê dikim." bûn sedem ku malbat heqaretê li gel bikin.    Li ser van gotinên Demîrbag, çalakger Saliha Edîzer ev heqaret li gel kir: "5 zarokên min hene. Heqe tenduristiya min rê bida dê min ê 5 zarokên din jî banîna. Min ê g...yê yekî jî nedana we. Bêşerefno derkevin derve." Çalakger Mevlude Uçdag jî bi heqaret û nifiran bertek nîşanî piştgirî nedana gel a ji bo wan da û ev tişt got: "Amedî cihimîne cihimîne. Binêrin ji Stenbol, Enqere û Meletiyê hatine piştgirî didin me. Ew xwe li hundir vedişêrin. Hûn ji hundir dernekevin."   HEQARET LI PARLAMENTER KIR   Piştî vê nifira Ucdag, Saliha Edîzer careke din axivî û ev heqaret kirin: "Van hemû kesan, hemû kesên di van bînayan de piştgiriyê didin wan. Ji ber vê yekê yek ji wan dernakeve ber derî. Hêviya min ji Xwedê ye ev yek bê serê zarokên we jî. Ez tiştekî din jî nabêjim." Ayşegul Bîçer jî ji kesên ku destûr nedan camên avahiya HDP'ê bişkîne re jî got, 'Min berdin ez ê bişkînim.' Şehmûs Kaya jî ev heqaret li hevserokên HDP'a Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn kir: "Tu şerm nakî? Bêşeref tu leşker û polisan digirî. Tu şerm nakî he. D....be here!"