Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin 2019-09-12 09:17:15 MÊRDÎN – Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara dudoyan wî kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 187 karker ji kar avêtin. Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş'ê Mehmet Salîh Dogrûl, got bi zext û zoriyan û bi gefxwarinê ji karkeran dixwazin sendîkaya xwe biguherînin.  Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara dudoyan e wî kir qeyûm û tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir, dest bi avêtina ji kar a karkeran kir. Piştî tayînî şaredariyê hat kirin ewilî 150 karker û paşê jî 37 karker ji kar avêtin. Her wiha qeyûm gefan li karkeran dixwe ku sendîkaya xwe biguherînin.    GEFAN LI KARKERAN DIXWE    Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş a girêdayî DÎSK'ê ye Mehmet Salîh Dogrûl, bilêv kir ku gef li karkerên endamên sendîkaya wan in tên xwarin. Dogrûl, da zanîn ku hîn jî li bajêr sendîkaya xwedî erk sendîkaya wan e û got: "Wê di 17'ê mehê de pêvajoya tespîtkirina erkê dest pê bike. Lê belê di vê pêvajoyê de sendîkayên alîgir dest bi êrîşan kirine. Heta niha gef li gelek karkerên îstifa kirine xwarine. Berê jî qeyûm bi hezaran hevalên me ji akr avêtibûn. Niha jî dixwazin sendîkaya me berteref bikin."    Dogrûl, anî ziman ku ew ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Dogrûl, destnîşan kir ku ew ê gilî bikin û ji bo vê bang kir ku her kes bi piştevaniyî tev bigere.    MA / Ahmet Kanbal