ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-12 09:00:20 * Gulcan Kaçmaz, derbarê kampanyaya TJA'yê ya bi dirûşmeya "Ji bo aştiyeke birûmet tu jî rabe ser piyan" da destpêkirin axivî û got: "Li dijî xespkirina vîna gel û destkeftiyên jinan, em ê têkoşîna xwe li hemû qadan mezitir bikin."  * Gelek gundên Colemêrgê tên tecrîdkirin. Nexasim jî li hin herêman "ambargoya zexîreyan" tê danîn û ji bo erzaqên gundiyên ku ji xwe re dikirin û dibin gund "kota" tê diyarkirin. Parlemneterê HDP'ê Saît Dede, bilêv kir ku ew ê vê mijarê têxin rojeva Meclîsê.    * Welatiyên li Stenbolê bilêv kirin ku ji ber polîtîkayên çewt ên îktîdarê, ew bi enflasyoneke zêde re rû bi rû mane û gotin: "Em di halekî perşîna de ne. Ên dixwazin krîza aborî bibînin bila werin bazarê."    * Walî Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî cara dudoyan wî kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 187 karker ji kar avêtin. Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş2ê Mehmet Salîh Dogrûl, got bi zext û zoriyan û bi gefxwarinê ji karkeran dixwazin sendîkaya xwe biguherînin.   * Li navçeya dîrokî Pasûrê, nanê binê êgir hem bi çêja xwe hem jî taybetmendiya xwe ya têrkeriyî balê dikişîne.    * Li Wanê, bi hezaran penaber li park û kuçeyan di şert û mercên xirab de dijîn. Penaberên ku di bin konên bi naylon û potikan çê kirine dijîn de, bi zorê debara xwe dikin.    * Li Amed, Mêrdîn û Wanê dê HDP, Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 25'emîn de dê dewam bike. (11.00-13.00)   * Danişîna doza ewil a girtiyên bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kirine" li Girtîgeha Maltepeyê ketibûn gireva birçîbûnê dê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Danişîna doza endamê OHD'ê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Bindestan Can Tombul li Dadgeha Stenbolê bê dîtin. (11.15)    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê dê li ber Radyoya TRT a Stenbolê daxuyanî bide. (11.30)   * Danişîna doza Midurê Karê Nivîsan a Rojnameya Evrenselê yê berê Cem Şîmşek li Dadgeha Bakirkoyê were dîtin. (11.40)   * Danişîna doza Hevdîrektorê Komeleya Xebatê ya Medya û Hiqûqê Veysel Ok û nûçegihanê Ozgur Duşunce Cîhan Acar bi îdiaya organên dewletê biçûk xistine dê li Dadgeha Stenbolê b3en darizandin. (10.50)   * Federasyona Şoreşger a 78'an dê bi wesîleya darbeya 12'ê Îlonê tacegula reş deyne ber Sefarexaneya Amerîka û daxuyanî bide. (12.30)   * Hewldana 78’an, Partiya Kedê, HDP bi beşdariya gelek sazî û dezgehan dê li Taksîmê têkildarî salvegera 12'ê Îlonê daxuyanî bide. (12.30)   * Parêzer ji bo hempîşeyên xwe yên girtî dê li ber Dadgeha Kocaeliyê Nobeta Edaletê li dar bixin. (13.00)   * Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û heyeta pê re dê di çarçoveya xebata "Destûra Bingehîn a Demokratîk, pakêta darazê û îtîfaqa demokrasiyê" Konfedarasyona Astengdaran ziyaret bike. (14.00)   * Danişîna biryarê ya doza Kadîr Sakçi yê li Sakarya bi boneya kurdî axivî hat kuştin û kurê wî Burhan Sakçi birîndar bû dê li Dadgeha Sakaryayê bê dîtin. (14.00)