Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir 2019-09-11 21:55:40   AMED - Li Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Hat ragihandin ku Tektekînê ku rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, rewşa wî xedar e.    Li ser Kolana Emekê ya Taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan a Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl zarokê 6 salî yê bi navê Efe Tektekîn kir. Tektekînê ku ji bin wesayîtê hat derxistin pêşî rakirin Nexweşxaneya Taybet a Sûltanê. Paşê wî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku rewşa Tektekîn xedar e.