Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin 2019-09-11 19:29:55   ESKÎŞEHÎR – Di danişîna doza Şerzan Kûrt ê 21 salî de ku gava li Mûglayê xwendekar bû polîsê bi navê Gultekîn Şahîn ew kuşt, careke din cezayê polîsê bersûc Şahîn hat kêmkirin.    Doza derbarê kuştina xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt ê 21 salî ku di 12'ê Gulana 2010'an de bi guleya polîsekî hat kuştin careke din pêk hat. Di danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Eskîşehîrê pêk hat de, bav Omer Kûrt, parêzer Erkan Şenses û rêxistnên civaka sivîl jî beşdar bûn.    Di danişînê de meqama îdiayê xwest polîsê bersûc Gultekîn Şahîn bi tawanbariya "birîndarkirina giran" bê cezakirin.    Parêzerên malbata Kûrt jî diyar kirin ku polîsê bersûc di dema darizandinê de heqaret li beşdarvanan kiriye û heqaretên wî di zabitan de hene û xwestin rewşa baş ji bo wî pêk neyê. Her wiha parêzeran bi bîr xist ku tenê 24 mehan cezayê dîsîplînê li polîs Şahîn hatiye birîn û gava di girtîgehê de bûye jî meaşê xwe girtiye. Parêzeran, got halbûkî diviya polîsê Şahîn bihatana îxrackirin.    Piştî vê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi tawanbariya "birîndarkirina giran" 12 sal ceza li Şahîn birîn. Lê belê heyetê bi hinceta tehrîkirina neheq ji 4 paran parek cezayê Şahîn kêm kir û cezayê wî daxist 9 salan. Heyetê qîma xwe bi vê jî neanî û bi hinceta rewşa baş cezayê wî daxist 7 sal û 6 mehan.