'Bila binçavkirî bên berdan' 2019-09-11 15:02:49   EDENE - Li Edeneyê binçavkirina ESP'iyan hat şermezarkirin û berdana wan hat xwestin.   Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Edeneyê, binçavkirina Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu ku li Stenbolê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, şermezar kir û xwest ku demildest bê berdan. Sazî û partiyên siyasî yên mîna HDP, HDK, Egîtîm Sen'ê jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniya ku li avahiya partiyê ya bajar hat dayîn bûn. Endamê Meclisa Partiyê yê ESP'ê Osman Kara daxuyaniyê xwend.   Kara diyar kir ku êrîşên li ser partiya wan didomin û wiha got: "Desthilata AKP'ê ji bo bêdengkirinê qedexe û tundiyên xwe yên Rewşa Awarte bi awayekî fîîlî li ser muxalefeta şoreşger, demokratîk, sosyalîst û weltparêz didomîne. Partiya me ku têkoşîna yekbûyî li kuçeyê mezin dike, dê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û mezinkirina dengê bindestan bidomîne." Kara herî dawî banga têkoşîna hevpar li hêzên demokrasiyê kir û xwest ku kesên binçavkirî bên berdan.