Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin 2019-09-11 14:32:45   STENBOL – Hat zanîn ku parêzerên Selahattîn Demîrtaş serlêdana hesibandinê kirin. Dema xwesteka parêzeran were berdan tê payîn Demîrtaş were berdan.    Di danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di 2’ê îlonê de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatibû dîtin. Di danişînê de biryara berdana Demîrtaş hatibû dayîn. Serozgeriya Enqreyê îtîrazî biryara berdanê kiribû. Lê 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê serlêdana îtîraza dozger red kir.    SERLÊDANA HESIBANDINÊ KIRIN    Hat zanîn ku piştî redkirina îtîrazê duh êvarê parêzerên Demîrtaş ji bo cezayê wî razaye were hesibandin (mahsup) serî li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dan û xwestin cezayê 4 sal û 8 meh ê li Demîrtaş hatibû birîn were hesibandin.    Heke dadgeh serlêdanê qebûl bike tê payîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê were berdan.