Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî 2019-09-11 14:01:15   EQNERE - Parêzera doza JÎTEM'ê ya Qoserê Nûray Ozdogan biryara dadgehê ya beraetê nirxand û têkildarî biryarê ev tişt got: "Ne tenê fihêl kirin di heman demê de parastin jî."    Di rûniştina 9'ê îlonê ya doza JÎTEM'ê ya Qoserê ku 9 bersûc ji ber kuştina 22 kesan a di navbera salên 1992-1996'an de dihat darizandin de derbarê hemû bersûcan de bi hinceta demborîbûnê briyara beraetê hat dayîn. Parêzer Nûray Ozdogan ku ji 3'ê Adara 2015'an ku doza JÎTEM'ê ya Qoserê neqlî Enqereyê hat kirin ve parastina malbatên mexdûr girtiye ser milê xwe têkildarî pêvajoya darizandinê û biryara dadgehê ya hatiye dayîn nirxand.    Parêzer Ozdagan diyar kir ku di hemû rûniştinen dozê de daxwazên berhevkirina delîlan hatine redkirin û wiha got: "Ji ber vê sedemê me texmîn dikir biryara domborîbûnê û beraetê bê dayîn. Her çiqas me li dijî ve yekê daxwazan kir jî daxwazên me me hatin redkirin. Di vê mijarê de belgenameyên ku ji saziyên paye bilind dihat xwestin jî bi awayekî baş nedihatin. Li gel ku dosyayên JÎTEM'ê dema bêpevçûn hatin vekirin jî di dema şer de hatin dîtin. Lê pratîka darazê bi awayekî lez û bez nîşanî me da ku ceza neyê dayîn."      'RÊZE SÛCÊN BI FERMANÊ PÊK HATINE'   Ozdogan got ku divê dosyaya  JÎTEM'ê ya Qoserê weke "Dosya cînayetê ya ku bi fermana leşkerî pek hatiye" were nirxandin û ev tişt anî ziman: "Di daxuyaniyên şahid û gazindkeran de faîl hatin nîşandan lê dadgehê ev yek paşguh kir. Di cînayetên ku bi fermanê pêk tên de hin caran rast e rast kesê ku tetikê dikişîne nayê dîtin. Lê nasnameya kesê ku fermanê dide aşkera ye. Ev kes jî ya fermandarê cendirmeyan e yan jî midurê polisan e. Berspiryar kî be divê ji cînayetê bê darizandin. JÎTEM çeteyek ku di nav dewletê de hatiye birêxistinkirin e. Peywira kî çî ye diyar e. Van kesan ji aliyê gelê herêmê ve baş tên nasîn.""   'GELO ÇIMA DEWLET VAN MIROVAN DIPARÊZE?'   Ozdogan destnîşan kir ku bersûcên ne ji ber kembûna delîlan bi xaleke ku tê wateya "Vana vî sûcî nekirine" beraet kirine û wiha pê de çû: "Dewletê bi vê biryarê gotiye ku ew van kesan ceza nakin. Biryareke faîle diparêze. Ne tenê fihêl kirin di heman demê de parastin jî. Dema ku di binpêkirinên mafên mirovan ên giran de biryara demborînê bê dayîn dê amûrên parêzeran zêdetir bibin. Di biryarên bi vî rengî de bersûc nayê fihêl kirin. Gelo çima dewlet van mirovan diparêze? Ji bo ku dewlet bi van mirovan re xebatên xwe bidomîne, biryareke bi vî rengî hatiye dayîn. Dê ev sûc bi rêbazên cûda bên berdewamkirin."    'BERTEKA CIVAKÎ GIRÎNG BÊ LÊ ÇÊNEBÛ'   Ozdogan di axaftina xwe bal kişand ser bertekên civakî yên li dijî dosyayên bi vî rengî û têkildarî mijarê ev tişt got: "Dosyayên bi vî rengî tenê bi darizandinê nayên encamkirin. Pêwistî bi têkoşîna civakî jî heye. Em dosyayên dozên wiha bi tenê dihêlin. Divê ku siyaset jî dosyayên bi vî rengî bişopîne. Di dosyayên wiha de bertekên civakî girîng in. Heke em bixwazin pêvajoya darizandinê wergerînin rûberîkirinê divê ku em girseyî bişopînin. Ev biryar jî nîşan da ku pêvajoyên bi rengî ne tenê bi darazê tên birêvabirin."    Ozdogan diyar kir ku biryara hatiye dayîn dê hem bibin dadgeheke bilindtir û hem jî bibin Dadgeha Îstinafê û herî dawî ev tişt got: "Bi hemû pêvajoyên hiqûqî em ê destûr nedin ku dosya bê girtin û têkoşîna vê yekê bidin."   MA / Berîvan Altan