ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin 2019-09-11 13:48:58   ENQERE -  Rêxistina ESP'ê ya Enqereyê, têkildarî binçavkirina Hevserokê Giştî Şahin Tumuklu û rêveberên ESP'ê daxuyanî da û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li dijî binçavkirinan xwedî helwestek hevpar bin.    Rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), têkildarî binçavkirina Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu û rêveberên ESP'ê yên li Stenbolê di serdegirtina malna de hatin binçavkirin, li avahiya Navenda Giştî ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Huseyin Gevher, Rêveberê Partiya Şoreşger a Enqereye Selim Dogan Koç, Nûnerê Kovara Alinterî Zarîfe Çamalan beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di civîna çapemeniyê de pankarta “ESP wê heta dawî dengê bindestan be." vekirin. Serokê Rêxistina ESP'ê yê Enqereyê Mehmet Ali Tosun daxuyanî da û wiha got: "Êrîşên li dijî ESP’ê didomin. Xedexeyên OHAL û AKP'ê yên fîîlî didomin. Dixwazin muxalifên welatparêz û demokratik, sosyalist bêdeng bikin. Di êrîşa li dijî avahiya me ya Stenbolê de AKP’ê care din aşkere kir ku ji bilî xwe tu kesên din qebûl nake. Daxwaze partiyên din siyasetê bike. Hevserokê me yê ESP'ê Şahin Tumuklu di hefteyek dawi de 3 caran hat binçavkirin. Di şexsê Hevserokê me de partiya me kiriye hedef. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî binçavkirinan helwestek hevpar nîşan bidin. Em carek din diyar dikin heta em wan paşve belav bikin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."