Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-09-11 13:33:02   BEDLÎS – Di qezaya trafîkê ya li navçeya Hîzana Bedlîsê pêk hat de ji yên jiyana xwe ji dest dan 6 kes zarok in.    Li gundê Çilçaxê ya girêdayî Hîzan Bedlîsê dolmîşa gundiyan qelibî. 18 kes di dolmîşê de bûn û 10 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 jê giran 8 kes jî birandar bûn. Di qezayê de 6 jê zarok in. Di qezayê de Osman Sabrî Tarhan (81), Gulnaz Tarhan (75), Abdurrahman Tarhan (11), Îsmettulah Tarhan (17), Buşra Tarhan (13), Bunyamîn Tarhan (16), Kenan Atik (34), Senem Atik (15), Mert Atik (12) û Buşra Atik jiyana xwe ji dest dan.    Birîndar Zehra Atik, Nurcan Tarhan, Ûmît Çetîn, Eyuphan Taş, Nur Muhammed Atik, Alî Îhsan Tarhan, Methiye Atik û Mustafa Atik jî rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.    Xizmên mirî û birîndaran li ber nexweşxaneyê kom bûn.