Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e 2019-09-11 13:14:52 STENBOL - Danişîna doza qezaya trenê ya li Çorluya Tekîrdagê pêk hat û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, di roja 2’yan de bi guhdarkirina malbatan dewam dike. Cabbar Laçin ê gazinker di danişînê de axivî û got: “Ev ne qezaye, cînayete.” Li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê, di 8'ê Tirmeha 2018'an de facîaya trênê pêk hatibû. Di qezayê de 25 kesan ji yana xwe ji dest dabûn û 328 kes jî birîndar bûbûn. Yekemîn danişîna doza qezaya trînê ya Çorlu, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê di roja 2’yan de berdewam dike. Ji ber salon dagehê biçûk bû, bûyer zêde bûn û li ser bûyerên derketin danişîna dozê taloq kiribûn. Piştre Navenda Perwerdehiya Gel a Çorlu ya 600 kesî kirin salona danişînê û danişîn li vê salonê hat lidarxistin.    ‘EZ GILÎDARÊ KOMARA TIRKİYEYÊ ME’   Piştî danasîna nasnameyan, danişînê bi parastina gazinker û mexdarna dest pê kir. Funda Dîkmen a gazinker dest pê kê mafê parastinê girt. Dîkmen, diyar kir ku ew dixwaze pirs bike, gelo xebatkarên dewletê ev peywir heq kirine û ez gilîdarê Komara Tirkiyeyê me.   ‘EV NE QEZAYE CÎNAYETE’   Piştî Dîkmen, Cabbar Laçin ê gazinker jî parastin kir û wiha got: “TCDD’ê ji bo me nivîsek şandin û di nivîsê gotin ‘werin tazmîneta xwe bigirin.’ Ez parsektiyê jî bikim, ezê  dîsa wî perî negirim. Hele ka berî pêşîn ji me re bêjin ‘derbasbûyî be.’ Ez birçî jî bimînim û hewceyî nan jî bibim ezê wî perî negirim. Ev ne qezaye cinayete. Ji ser û binê erkdarên dewletê sucdarin. Sûcdarên herî mezin, ên serkêşiyê dikine.”    ‘LEZ DABÛN TRENÊ’   Dayika Sena Kose ya di qezayê de jiyana xwe ji dest da Aysûn Kose jî, da zanîn ku bi armanca berfê lez didin trenê û wiha bilêv kir: “Ez di wê baweriyê deme ku ji bo şow ev yek kirin.”   ‘EZ SERKÊŞAM DIXWAZIM’   Hevjîna Melek Tûna ya di qezayê de jiyana xwe ji dest da Ekrem Tuna jî, di parastina kir de, ev tişt gotin: “Piştî du rojan cejna serokkomariya me bû. Ji ber vê ekran hatin reşkirin. Hemû tişt veşartin. Ez dixwazim rayedarên paye bilind ên berpirsiyarên qezayê bên darizandin. Ji ber ku wê trena bi lez we re, dar birîn. 8 salan berdewam kir. 25 kesan jiayan xwe ji dest dan. 100-150 kes birîndar bûn. Gelo ji bo vê 8 salan berdewam kir? Tu eleqeya min bi van rebenan re tuneye. Ez kesên serkêş û paye bilind dixwazim. Ez dixwazim sûcdarên rast ceza bigirin. Ez gilîdarê Îsa Apaydin, Mustafa Karaşahîn û hemûyame. Kesên bê bilet jî, di qezayê de jiyana xwe ji dest dane hene. Ji ber qerebalixtiyê nekarien bilet bikirin.”   ‘JI BER KU WEZÎR HAT SER Û CILÊ  MIN PAQIJ KIRIN’   Dayika Omer Alperen Can ê 5 salî yê di qezayê de jiyana xwe ji dest da Melîke Can jî, bal kişand ser facîaya trenê û wiha parastin kir: “Peywirdarên bihîstên wê Wezîrê Tenduristiyê bê cihê bûyerê, hatin gel min û ji min xwestin ku ez ser û cilên min xwe paqij bikim. Kincên emeliyatê li min kirin. Heya wê saetê jî ez di nava heriyê de bûm.”    Danişîn bi parastina malbatên gazinker û mexdure berdewam dike.