Sara Kaya nehat berdan 2019-09-11 12:12:51 MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê ya Berê Sara Kaya nehat berdan. Şahidê beşdarî danişînê bû jî îfadeyên bi nakok da.    13'emîn danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ya di 13'ê Çileya 2017'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û girtin û piştre li şûna wê qeyûm tayînî şaredariyê kirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdinê hat dayîn. Kaya, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Dozger xwest Kaya bi cezayê muebbetê bê cezakirin û girtî bê darizandin. Prz. Kamuran Tanhan, jî diyar kir ku li gorî îfadeya şahid a nû muwekîla min di meha 9'an a 2015'an de girtî bû û dibêje 'Min ew li çiyayê Bagokê dîtiye. Ev bi xwe nîşan dide ku bi derewên bê kok der barê Sara Kaya de delîlan ava dikin. Şahidên din jî diyar dike ku di nava 2 saetan de 279 kes teşhîs kirine. Ev ne pêkan e.    Sara Kaya jî anî ziman ku wê baweriya xwe ya li hemberî hiqûqê winda kiriye û wiha got: "Li gel ku ez di sala 2015'an de girtî bûm wekî ez li derve bim nîşan didin. Ger ku min di bin baneyê Qeymeqam û Kizilayê de alîkarî ji Sûriye re şandibe sûc e raste min ew sûc kiriye. Ji ber ku ez şaredarim wekî sûc tê dîtin. Hemû delîl bê bingeh in. Em baş dizanin ku li vî welatî mirov kurd be û HDP'yî be sûc e. Ger ku wisa be raste min ev sûc kiriye.      Piştre şahid B.Y. yê ji Girtîgeha Hêjmar 5 a Silivrî beşdar bû, diyar kir ku ew Kaya nas nake û ket nava nakokiyan. Piştî îfade û parastinan heyetê biryara berdewama girtina Kaya da û doz taloqî 6'ê mijdarê kir.