HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî 2017-11-28 10:32:55   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexe Aycan Îrmez, aqûbeta enazeyên endamên HPG’ê yên li herêma Besta jiyana xwe ji dest dan û hêj nedane malbatan ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexe Aycan Îrmez, aqûbeta enazeyên endamên HPG’ê yên li herêma Besta jiyana xwe ji dest dan û hêj nedane malbatan bir rojeva meclîsê. Îrmez, pirsname da meclisê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne.  Îrmez, di pirsnameyê de diyar kir ku li herêma Besta 13 endamên HPG’ê yên ji yana xwe ji dest dan jê 8 jîn bûn û heta niha tenê cenazeyê 4 kesan girtine. Îrmez, anî ziman ku ji cenazeyên 8 jinan hêj cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên jin nehatine dayîn.    Îrmez, anî ziman ku di nava rojekê de cenazeyê Delal Amed (Hulya Eroglu) teslîmî malbatê kirine û cenazeyên din bi keyfî nadin malbatan.    Îrmez, ji bo Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:    * Li herêma Besta ya Şirnexê cenazeyê 8 PKK’iyan teslîm kirin, lê yên din teslîm nekirin. Sedema vê yekê çiye?    * Nedayîna cenazeyên din bi agahiya Wezîr e. Agahiya wezîr jê heye?    * Ji malbatên ku çûn cenazeyên xwe bigirin diyar kirin ku li morgê tenê 2 cenazeyên jinan hene. Ger ku wisa be cenazeyên din li ku ne? Dijberî daxuyaniya hat dayîn dibe ku sax bin? Têkildarî vê mijarê dê tu daxuyaniyên we hebin?    * Di operasyona li herêma Besta ya Şirnexê di nava kesên jiyana xwe ji dest dan berê cenazeyê Delal Amed  (Hulya Eroglu)  teslîm kirin. Sedemek wê ya taybet heye?    * Gelek cenaze hêj tesîlî malbatan nekirine. Tevî ku malbatan serlêdan kirine û mînaka xwînê dane jî hêj nehatine teşhîskirin. Ji ber vê yekê li gora bêkesan hatine defin kirin. Ji 2015'an heta niha çend cenaze li gorên bêsan hatin defin kirin. Çend malbatan serlêdan kirin û encam negirtin.    * Ji 2015'an heta niha çend malbatan ji bo testa DNA xwîn daye. Ji van serlêdanan çend malbatan encam girtiye?    * Tevî ku encama DNA li hev derketiye, heta niha çend cenaze nehatine teslîmkirin û çima nayên teslîmkirin?