TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart 2019-09-11 11:12:34   ŞENGAL - Yekemîn Kongreya TAJÊ li  Salona Laleş li bajarokê Xanesor ya Şengal’ê bi dûrûşmeya “ Jina Êzidî nasnama jina Kurd a resen û cewheriye” pêk hat. Di kongreyê de meclîsa nû hat hilbijartin û ala TAJÊ hat guhertin.    Piştî erîşen DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengal’ê bi sedan Êzidi hatin qetil kirin, bi hezaran jin û zarokên Êzidi dîl ketin destê DAIŞ’ê. Bi hezaran Êzidi jî cih û warên xwe koçber bûn. Jinên Êzidî jî bersiva ferman û hovîtiyên ku li ser wan pêkhatine bi xwe rêxistinkirinê  bersiv didin. Jinên Êzidî destpêka rexistina xwe bi darxistina konferansa yekemîn li Şengal û kampa Newroz ya Rojava yê Kurdistanê pêkanî. Di Hezîrana 2015’an de li kampa Newroz konferansa xwe pêk anî û xwe bi navê Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) bi rêxistin kir. Piştî vê konferansekî bi navê TAJÊ di 3’ê Tebaxa 2015’an de li Şengal’ê pêkanî. Sal bi sal xebat û rexistina jinên Êzidî mezin bû. TAJÊ xwe li Rojavayê Kurdistanê bi navê Yekitiya Jina Êzidî, li Şengal, Başûrê Kurdistan û Ewropa jî bi navê TAJÊ xwe rexistin kir û xebatên xwe da meşandin. TAJÊ konferansa xwe 2’emîn jî Îlona 2016’an de li Şengalê pêkanî. Piştî ku rexistin, kar û xebaten TAJÊ mezin û berfireh bûn, îro jî yekemîn kongreya xwe li darxist.   Yekemîn Kongreya TAJÊ bi tevlîbûna 300 delegeyan pêk hat. Piştî rêzgirtinê Pelda Şengalî axaftina vekirinê kir. Pelda Şengalî, pewîstiya rexistinkirin û xweparastina jina Êzidî ani ziman û got: "Em çi bikin hîna kême. Pewîst dike ji bo tola jina Êzidî were hilgirtin û jinên di destê DAIŞ’ê de ne werin rizgarkirin em rexistina xwe mezin bikin bigihînin hemû jinên azadixwaz."    Piştî axaftina vekirinê hilbijartina diwanê,  nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser jina Êzidî hate xwendin, peyama Koma Jinên Kurdistan (KJK) hate xwendin. KJK peyama xwe de bal kişandibû ser rexistinkirina jina Êzidî ya li şengalê û bûna xwedî hêz ku beyî tû kesî bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar bike . Her wiha KJK’ê hemû jinên Êzidî ku di nava van sê salan de gihiştiye asta tekoşîn û rêxistin kirinê silav kir. Li ser navê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava yê Kurdistanê jî Hediye Faris kongre silav kir û di axafitnên xwe de anî ziman ku ji rexistina Jinên Êzidî yên Şengalê ew hêz digirin. Piştre peyama Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ya bi dîmen hate guhdar kirin.   Piştî peyaman rapora xebatên TAJÊ ya 3 salan hate xwendin. Di rapora TAJÊ de xebatên ku di van 3 salan de hatine meşandin û asta rexistina jina Êzidî hate destgirtin. Piştî raporê jinan xebatên xwe nirxandin û ji bo pêşerojê xebat bi çi awayî were kirin nirxandin hatin kirin.   Herî dawî hilbijartina meclîsa TAJÊ pêk hat. Meclîsa nû ya TAJÊ ji 31 kesan pêktê. Berdevka TAJÊ wê piştre were diyar kirin. Ala TAJÊ hate guhertın ala nû li ser zemînê spî, resmê jinekê destê xwe li ber rojê rakiriye û dua dike, navenda rojê de stêrkek sor, milekî rojê simbilê genim milê din jî şaxê zeytûnê heye, destê jinê sembola zincira şikandi ye. hate diyar kirin ku piştre wê encamnameya kongreyê ji raya giştî re were diyar kirin.