Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike 2019-09-11 09:46:04 MÊRDÎN - Hevberdevka KÎD’ê û Parlementera HDP’ê Huda Kaya, qeyûma tayînî şaredariyên HDP’ê kirin nirxand û got: “AKP bi her awayî bêhiqûqiyan dike. Ji ber vê yekê ketiye rewşekê ku pêşengtiya xerabî û zilmê dike.”    Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûm tayinkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin, dewam dikin. Di dema ku çalakî berdewam dikirin de, bi beralîkirina ewlekariyê ji 2’yê Îlonê ve hin malbat bi hincetên HDP’ê zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya partiyê ya Amedê çalakiya rûniştinê lidar dixin.    Hevberdevka Kongeya Îslama Demokratîk (KÎD) û Palementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, pêkanînên AKP’ê yên di serdema xwede kirin pratîkê, tayînkirina qeyûman û çalakiya rûniştinê ya hin malbatên bi beralîkirina ewlekariyê ya li ber avahiya HDP’ê nirxandin. Kaya, diyar kir ku ji bo şermezarkirinên qeyûman reş bikin, çalakiya rûniştinê ya li ber HDP’ê organîze kirin.    ‘AKP HEMÛ BÊHIQÛQIYAN DIKE’   Kaya, anî ziman ku di serdema desthilatdariya AKP’ê ya 17 salan de, civak bi awayekê mezin riziya, dejenere bû, ji bawerî hat xistin û niha jî hatiye asta redkirinê. Kaya, da zanîn ku tu desthilatdar mîna AKP’ê, evqas îxanetê bawerî, nirxên manewî, nirxên mîlî, hizûra civakî û aştiyê civakî nekiriye. Di dîroka komarê de, yên ku herî zêde komkujî pêk anîn û êş dan jiyîn, ên herî zêde zilm li baweriyan kirine. AKP hemû bêhiqûqî û bêedaletî kirin. Dema ev yek kir jî, ji bo xwe ol bi kar anî û bi vê xwest kirînên xwe meşrû bike.”    'AKP BÛYE PÊŞENGÊ XERABIYAN’   Kaya di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pêkanînên di serdema AKP’ê de, di serdema darbeya leşkerî ya 28’ê Sibatê û 12’ê Îlonê de jî nehatine kirin. Li dijî kesên difikirin, dinivîsin û diaxivin zilmek mezin heye. Ev kes an tên girtin û yan jî tên sîgûn kirin. Wan hewceyî nan û av dikin. Kesên teslîm dibin jî, dibin amûrê vê dejenerebûnê. Di asta em tê dene, AKP bûye pêşengê xerabî û zilmê. Ji vî warî de sînor û xet tuneye. Bi darbeyên siyasî û leşkerî, hemû xerabiyan dike. Êdî wisan bûye darbeyên siyasî û leşkerî jî nikarin kirînên AKP’ê derbas bikin.”   'EMÊ BI HEVRE AŞTIYÊ BIXWAZIN’    Kaya, bal kişan ser çalakiya hin malbatên li ber avahiya partiyê ya Amedê lidar dixin jî û wiha rêz kir: “Desthildarî li ser van malbatan dixwaze ji bo xwe malzemayan ava bike. Desthilatdarî bi vê, dixwaze dayikên Kurd bine beramberî hev. Medya serdest jî vê yekê îstîsmar dike û hewl dide vê çalakiyê civakî bike.”    Kaya di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin bi salane hevserokên me, wekîlên me, rêveberên me û gelê me bedel didin. Dayikên me yên Şemiyê, Dayikên me yên Aştiyê û Dayikên me yên girtîgehê li her qadê rastî tundî û tujiyên tên. Ji roja dest pê kê ve me bi dayikên xwe re dikaribû ku li ser wan derinçeyan rûnin û daxwazên xwe bînin ziman. Divê em herin rûnin. Em jî zarokên xwe dixwazin. Em hemû bihevre zarokên xwe dixwazin. Divê em hemû bi hevre daxwaza aştiyê bikin. Berpirsê şer, desthilatdariya ku biyar dide ye. Qesra ku xwe  li ser xwînê mezin dike ye. Çareseriya vê yekê Meclîse. Divê em vê yekê ji mirovan re vebêjin. Ji ber vê divê em qadên ku desthilatdarî dixwaze îstîsmar bikin, li rûyê wan bixin.”   MA / Ahmet Kanbal