Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket 2019-09-11 09:26:04   AMED - Komek malbat di sala 2014'an de bi îdîaya "zarokên wan bi zorê şandine çiyê" li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Têkildarî mijarê doz hatibû vekirin. Derket holê ku serdozgeriya Amedê bi sedema "Îdîayên razber ji hemû rastiyan dûr e" der barê îdîaya malbatan de biryara beşopandinê da.      Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyum tayînî şaredariyên HDP'ê yên Wan, Amed û Mêrdînê kir û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm zêde bû, Midûriyeta Polisan malbatên ku zarokên wan ji malê reviya ne arasteyî pêş avahiya HDP'ê kir. Nêzî 10 malbat bi îdîaya 'HDP'ê zarokên wan şandine çiyê' 2 hefte nin li pêş avahiya HDP'ê rûdinên. Malbat di bin parastina polîsan de çalakiya xwe berdewam dikin û her roj rêveber, parlamenter û rayedarên AKP'ê tên malbatan ziaret dikin û piştgiriyê didin malbatan. Çapemeniya Hawiz bêyî lêkolîn bikin, wekî ku rast be kirine mijara sereke û 24 saetan nihaq dikin. Beyî nûnerên HDP'ê beşdarî bernameyên xwe bikin HDP'ê reş dikin. Di sala 2014’an de jî bi arastekirina polîsan çend malbat çûbûn li pêş avahiya Şaredariyê û dest bi çalakiyan kiribûn. Derket holê ku doza der barê îdîayên malbatan de hatibû vekirin bê encam bû. Dozger têkildarî îdîayên malbatan diyar kir ku "Îdîayên razber ji hemû şik û rastiyan dûr e" û der barê dozê de biryara bêşopandinê da. Dozger bêdeng bêdeng dosya girt û ser mijarê girt.      Lîstika ku di 2014'an de malbat kirin lîstikvan û li dijî HDP'ê lîstikên reşkirinê meşandibûn piştî pûç derket, niha heman lîstikê dîsa dubare dikin. Di sala 2014'an de 11 malbatan li pêş Şaredariya Bajarê Mezin dest bi çalakiyê kiribûn. Dîsa hemû çapemeniyê kiribû rojeva sereke. Lê niha derket holê ku ew îdîayên pûç û vala bûn. Bê encam derket. Niha heman sanaryo û lîstik tê dubarekirin. Dîsa hemû çapemeniya hawiz, radyo, tv, rojname û kelemşoren wan li şûna rastiyan parve bikin şolî dikin. Wê demê jî AKP'ê piştgiriyek xurt dabû wan malbatan û derket holê ku ev lîstika AKP'ê ya li dijî HDPê bû. Wê demê jî ji bo AKP ser kêmasî û şaşiyên xwe veşêre malbat kiribûn lîstik û maşik. Niha jî tê gotin ku ji bo ser rastiya qeyûman veşêre û têkçûna xwe veşêre dîsa malbadan dike maşik û li dijî HDP'ê kampanya reşkirinê dimeşîne.