Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin 2019-09-11 09:21:51 WAN - Her meh Gaza xwezayî, ceryan û komir zem dibe. Ji niha ve gel ketiye etra van zeman. Li Wanê welatiyan, bertek nîşanî polîtîkayên îktîdarê dan û gotin: "Bi zor û heft bela em zikê xwe têr dikin. Em ê çawa van fatûreyn bidin?"  Li Wanê welatiyan bertek nîşanî polîtîkayên û îktîdarê dan û bal kişandin ser zemkirina gaza xwezayî, ceryan û komirê.  Çetîn Tanja, got: "Divê em hemû bi hev re li hemberî vê serî rakin. Divê mirov li hemberî van zeman dengê xwe bilind bikin. Bila rayedarên vê dewletê carekê bifikirin ku wê ev mirov zivistanê çi bikin. Ji niha ve em ketine etra zivistanê. Di zivistanê de em ê tenê odeyekê germ bikin. Em nikarin odeyên din germ bikin."    'DEV JI GAZA XWEZAYÎ BERDE'    Karkerê înşeatê Azîz Bûrcû, diyar kir ku ji ber betal e nikare heqê kirêya xwe bide û got: "Kar bi destê me biketa em ê bixebitiyana. Bi ser vî halî de jî zem li ser zemê tê. Par me bi zorê heqê sotemeniyê dida, wisa xuyaye em ê îsal nikaribin bidin." Mehmet Salîh Avras jî got: "Dev ji gaza xwezayî berde em ê çawa zikê xwe têr bikin. Em tenê ne ji gaza xwezayî, em ji her tiştî hatin mehrûmkirin. eger pereyê gel hebe ji xwe wê fatûreyan bide û mala xwe germ bike, lê wexta tune be wê nikaribe germ bike û bide. Ji ebr wê niakribe mala xwe germ bike wê zarok ji ber sermayê nexweş bikevin. Vê carê jî bi ser de heqê nexweşxaneyê, heqê dermanan û merefên din. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin."    ‘EM Ê BETANIYAN BAVÊJIN SER XWE'    Îsmet Aslan jî got: "Ma ev jiyan e? 8 zarokên min hene. 4 jê dixwînin û ez betal im û tu derameteke min jî tune ye. Ji ber em ê nikaribin heqê fatûreyan bidin mecbûr zivistanê em ê xwe têxin bin betaniyan. Hatime vî emrî, lê min hikûmeteke wisa û krîzeke wisa nedîtibû. Her kes ji bo xwe dixebite. Ji xwe ên pereyên wan hebin debara xwe dikin, îjar wê kesên feqîr çi bikin?"    'MIROV JI BIRÇÎNA DIMIRIN'    Alaattîn Sencer jî got: "9 zarokên min hene. Gunehê van zarokan di stuyê Tayyîp Erdogan de ye. Zivistan hat, lê ez ê niakribim gaza xwezayî bişewitînim. Ji ber kar tune ye saleke betal im. Berê em li ser îneşaatn dixebitîn, lê niha ew jî tune ye. Tew mêro radibe dibêje 'ez balafiran dikirim.' Mirov ji birçîna dimirin. Mirov ji birçîna dimin û întihar dikin, lê radibe behsa balafiran dike."    'DIVÊ HIKÛMET BIGUHERE'    Mevlut Bîlmez jî got: "Dewlet komirê dide, lê komira wê naşewite. Dibe ku zivistana îsal dijwar be û wê gel perîşan bibe." Nûrettîn Savûnmak jî got: "Li welat krîzeke mezin heye. Berpirsiyarê vê krîzê hikûmet e. Divê hikûmet biguhere. Mirov perîşan bûne. Ji ber ku pereyê min tune bi dixwazim komirê bi deyn bikirim, lê kes bi deyn nade."   Tahîr Kizilkaya jî got: "70 salî me. Tenê di dema Bulent Ecevît de krîz hebû, lê ew jî ne bi hawî bû. Niha kes nikare tiştekî jî bikire. Zivistana Wanê 6 meh in. Îjar wê ev gel xwe bi çi egrm bike? Em dixwazin komirê bikirin, lê kes bi deyn nade." Tahîr Eraygen jî got: "Berê li gundan cotkaran çandinî dikir, lê niha ji ber sotemenî pir biha bûye corkar jî nikarin karê xwe bikin. Sewalvanî nemaye. Berê qet neb me sergîn dişewitandin, lê niha ji ber hewyan tune ne em nikarin sergînan jî bişewitînin."   Bahattîn Kabûrak jî got: "Mirov êdî ji vê zeman bêzar bûne. Em li ebndê bûn her tişt erzan bibe, lê her tişt hîn bêtir biha bûn. Êdî mirov nikarin debara xwe bikin. Em 10 kes in. Ez ê çawa heqê ceryanêî heqê av û gaza xwezayî bidim? Niha serê malê herî kêm 150 Tl heqê ceryanê tê. Wê mirov çaw abidin?" Orhan Bozkûrt jî got: "Em perşîan bûne. Ne sergîn hene ne jî komir. Ji xwe kes nikare gaza xwezayî bişewitîne. Bi rastî jî gel perîşan bûye. Em jî nizanin wê ev zivistan çawa derbas bibe."    MA / Mujdat Can/ Dindar Karataş