Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin 2019-09-11 09:21:07   AMED - Li Amedê di sala 2018'an de polîsek hatibû kuştin. Piştî kuştina polîs gelek gundî hatibûn binçavkirin û di binçavan de rastî îşkenceyê hatibûn. Li gundiyên hatin binçavkirin bi tawanbariya" alîkariya rêxistinê kirine" doz hat kirin û tê xwestin 15 sal ceza li wan bê birîn.    Di 17'ê Kanûna 2018'an de li gundê Kalaba yê navçeya Hênê ya Amedê, polîsê bi navê Nazim Tûncer hatibû kuştin. Piştî kuştina polîs 5 şêniyên gund hatibûn binçavkirin û di bin çavan de hatibûn îşkencekrin. Niha jî derbarê gundiyên hatin binçavkirin de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê kirine" doz hat kirin.    Alî Îhsan, Abdûlsamet, Ayhan, Tûncay û Behçet Opçîn ku piştî kuştina polîs hatin binçavkirin biribûn Fermdariya Cendirmeyan a Navçeyê. Li fermdariyê gundî hatibûn îşkencekirin û ev îşkence di raporên wan de jî hat diyarkirin. Li ser vê gundiyan ji ber îşkenceyê giliyê leşkerên ew îşkence kirin.. Piştî gilîkirinê li leşker Hasan Huseyîn Y., Mevlud T. û Mûrat S. li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hênê doz hat vekirin. Lê belê bêyî danişîna doza derbarê her sêc endirmeyan de dest pê bike, der barê 5 gundiyan de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê kirine" doz hat vekirin.    Di îdianameya hat amadekirin de hat îdiakirin ku endamên PKK'ê yên êrîşî polîs kirine Velî Taşkiran ê bi bernavê "Botan" û Ayhan Kuçukçelebî yê bi bernav "Harûn" bi birîndarî çûne gundê Yûkaritûraliyê û li vira Alî Îhsan, Abdûlsamet, Ayhan, Tûncay û Behçet Opçîn tevî Abdûlmûtalîp Yildirim û Îbrahîm Narîn ew ji gund derxistine.    15 SAL CEZA    Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê ve hat qebûlkirin de, 7 bersûcan tiştên pê tên tawanbarkirin red kirin. Lê belê dozgeriyê xwest ji 5 salan heta 15 salan ceza li wan bê birîn.    Her wiha di îdianameyê de ji bo endamên PKK'ê yên êrîş pêk anîn hat gotin ku ji ber jiyana xwe ji dest dane ne hewceyî taqîbatê ye. Her wiha dosyeya V.O. û E.G. ku nehatin zevtkirin jî ji dosyeya heyî hat veqetandin.