ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-11 09:00:27   * Keça girtiyê Nexweş ê 80 salî Siddik Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wî nabin nexweşxaneyê. Guler, destnîşan kirin ku şerwel û kumê bavê wê nadin wî û xwest girtiyên nexweş tev bên berdan. Guler, bilêv kir ku heta niha 10 caran sirgûn bûye û gelek mafên wan binpê dikin.     * Keça girtiyê Nexweş ê 80 salî Siddik Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wî nabin nexweşxaneyê. Guler, destnîşan kirin ku şerwel û kumê bavê wê nadin wî û xwest girtiyên nexweş tev bên berdan. Guler, bilêv kir ku heta niha 10 caran sirgûn bûye û gelek mafên wan binpê dikin.     * Ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, bilêv kir ku Erdogan jî di nav de gelek AKP'iyên din, ji ber îstifayên di nav partiyê de nerihet in û got, ev ji bo partiyê şerê man û nemanê ye.    * Li Mêrdînê yek ji deverên ku herî zêde turîstên biyanî û xwecihî berê xwe didinê Ava Spî ye. Welatiyên diçin Ava Spî, bilêv dikin ku ew bêhna xwe vedidin û stresa wan kêm dibe.    * Li Amedê di sala 2018'an de polîsek hatibû kuştin. Piştî kuştia polîsa gelek gundî hatibûn binçavkirin û di binçavan de hatibûn îşkencekirin. Li gundiyên hatin binçavkirin bi tawanbariya" alîkariya rêxistinê kirine" doz hat kirin û tê xwestin 15 sal ceza li wan bê birîn.    * Gaza xwezayî, ceryan û komir zem li ser zemê dixwe. Ji niha ve gel ketiye etra van zeman. Li wanê welatiyan, bertek nîşanî polîtîkayên îktîdarê dan û gotin: "Bi zor û heft bela em zikê xwe têr dikin. Em ê çawa van fatûreyn bidin?"    * Malbatan doza cenazeyê zarokên xwe yî ji Goristana Xerzanê hatine derxistin kirin û xwestin ev zilma bi dawî bibe. Parêzer Serhat Çakmak ku dosyeyê dişopîne jî, bilêv kir ku ji bo sûcê hatiye kirin ew ê serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a NY'yê bidin.    * Di ser darbeya 12'ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û gotin, niha pêkanînên 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didomin.    * Di dema çalakiyên greva birçîbûnê de ji ber ku Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Şoreşger Cansû Îrem Kalender, tev li çalakiya rûniştiyê bûbû hatibû binçavkirin û derketina derveyî navçeyê lê hatibû qedexekirin. Kalender, anî ziman ji ber wê xwestiye rê li ber mirinên muhtemel bigere 4 meh û nîv e tê tecrîdkirin.    * Danişîna doza derbarê Hevşaredarê DBB'ê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî cihê wî hatin kirin û Dr. Şemsettîn Koç ên bi hinceta xebatên KCD'ê berê hatibû vekirin, wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)   * Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyê Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'ê, wê di roja 24'an de dewam bike. (11.00-13.00)   * "Nobeta Av û Wîjdan" a li Çiyayên Kazê hatiye destpêkirin wê di roja 48'an de dewam bike. (12.00)    * Tora Parastina Jinan, derbarê lîsteya jinên hatine kurtajkirin a ji aliyê Miduriyeta Ewlehiya Bajêr a Stenbolê ji Miduriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê hat xwestin de, wê li ber Miduriyeta Tenduristiyê ya Stenbolê kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (15.00)   * Şaxa Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ya Rihayê, li salona konferansê ya avahiya şaxa xwe, wê panela "Nêzîkatiya ji nexweşên şekir re" li dar bixe. (18.00)