Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin 2019-09-10 16:51:29   ENQERE - Hevdîtina Alîkarê Fermandarê Hêzên DYA Ewropa Twîtty û Alîkarê Fermandarê Hêzên Navenda DYA’yê Bergeson a li Enqerê bi dawî bû.    Hevdîtina Alîkarê Fermandarê Hêzên DYA Ewropa Stephen Twîtty û Alîkarê Fermandarê Hêzên Navenda DYA’yê Thomas Bergeson, a li Baregeha Serokatiya Serfermandariya Giştî ya li Enqerê bi dawî bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Mîlî, serdana şandeya leşkerên DYA’yî, ya di çarçoveyê “Herêma Ewlehiyê” ya li Sûriyeyê bê avakirin de, bi dawî bû.      Hevdîtin wê sibe li Navenda Tevgera Hevpar a Yekbûyî ya li Kaniya Xezalan a Rihayê berdewam bikin.    Şandeya leşkerên DYA’yî, piştî yekemîn car dewriya hevpar a di 8’ê Îlonê de, bi tevlîbûna leşkerên Tirkiyeyê, DYA û endamên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hat avêtin, hat Enqere yê.