Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2019-09-10 15:56:39   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçim Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Heziranê û 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê hevdîtin kiribûn.