Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da 2019-09-10 15:12:11   MÛŞ - Rêxistina HDP’ê ya Mûşê, bertek nîşanî 7 endamên Meclîsa Giştî ya Mûşê yên HDP’ê ku ji wezîfeyê hatin dûrxist da û got: “Ev bêperwatî û ne naskirina hiqûqê ye. Em banga têkoşînê dikin.”   Wezareta Karê Navxweyî 7 endamên Meclîsa Giştî ya Mûşê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ji peywira wan dûr xistin. Rêxistina HDP’ê ya Wanê, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî vê mijarê da.    Rêvebera HDP’ê ya Mûşê Aynûr Sarûca di civînê de axivî û diyar kir ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, hemû derfetên dewletê yên li dijî HDP’ê danîn holê vale derketin. Sarûca, da zanîn ku bloka AKP-MHP’ê ya li Muşê bi ser neket, hewl dide bi hemû rêbazên cuda êrîşî vîna gel û HDP’iyan bike û wiha axivî: “Qeyûm tayînê sê şaredariyên HDP’î kirin. Di heman demê de qeyûm meclîsên 3 şaredariyan jî betal kirin. Êrîşên li ser endamên meclîsê yên me yên şaredariyê jî, di vê çarçoveyê de hatin kirin. Li ser vî esasî heya niha 20 endamên meclîsê yên şaredariyan ên 5 navçeyan ji erka wan dûr xistin. Ev jî dide nîşandan ku tehemulê qezencên gelê me nakin. Dixwazin bi van operasyonan, piraniya HDP’ê ya di Meclîsan ji holê rabikin. Bi vê dixwazin feraseta xwe  ya rant û talanê bixin dewrê. Hewl didin ku hemû meclîsan bikin bin bandora desthilatdariyê. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin û emê têkoşîna xwe ya li dijî vê dewam bikin.”