Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir 2019-09-10 15:09:03   WAN - Li Wanê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 23'an de berdewam kir. Çalakgeran di nobetê de diyar kirin ku dê li dijî zordestiyê têkoşîna xwe bidomînin.    Çalakiyên Şermezarkirinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredarên Bajarên Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê didomin. 23 roj in li Wanê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê çalakiya rûniştinê didome. Parlamenter Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, hevşaredar Mustafa Avci, rêveberên bajêr û navçeyê ya HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de dirûşmên wekî "Em mafdar in, em ê bi ser kevin", "Wan, Mêrdîn, Amed ya me ye” û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" hatin berzkirin. Her wiha di çalakiyê de pankarta 'Ne vîna qeyûm, vîna gel' hat hilgirtin.    Di çalakiyê de parlamenter Murat Sarisaç axivî û diyar kir ku 23 roj in li hemberî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyî tên lidarxistin û wiha got: "Heta ku qeyûm biçin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Heta îro li dijî xespkirin û qetîaman di nav têkoşînê de bûn û îro şûnde jî em ê têbikoşîn. Çend roj beriya niha polîsan xwest ciwanek ji ber ku peyva Kurdistanê bikaranî binçav bike. Çawa qesr li dijî kurdan di nav hewldanan de ne, li herêm jî polîs li hemberî gel amûrên zordariyê bikar tîne. Lê em ê her tim li dijî wan pêkanîna li ber xwe bidin."   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bûn.