Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest 2019-09-10 14:23:53   RIHA - Danişîna doza nûçegihanê me Bariş Polat ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, hat dîtin û dozger ji Polat re cezayê girtîgehê xwest.   Nûçegihanê me Bariş Polat ê ku dema belavkariya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dikir de, bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin. Ji ber gotina “Heval” û hejmarên rojnameyê yên kevin li malta wî hatin dîtin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” doz derbarê wî de hat vekirin. Nûçegihanê me Bariş Polat di vê çarçoveyê de îro derket pêşberî 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê.    Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Polat ê di danişînê de parastin kir, hemû sûcdarî û îdîa red kirin. Polat ji bo sucdariya gotina “Heval” jî, diyar kir ku ji 7  saliya xwe ve vê gotinê bi kartîne û ne sûce.    Parêzeran jî di parastina kirin de, beraeta muwekîlên xwe xwestin. Dozger jî mutalaaya xwe ya derbarê Polat da pêşkêşî dadgehê kir. Dozger xwest ku Polat bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Dadgehê ji bo parastina li dijî mutalaayê bê kirin, danişîn taloqî 7’ê Çileya 2012’an kir.