Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome 2019-09-10 14:05:38   MÊRDÎN - Çalakiya rûniştinê ya Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 23'an de berdewam kir. Polîsan nehiştin welatî ji avahiya HDP'ê derkevin. Lê parlamenterên HDP'ê li dijî dorpêça polîsan li parkê rûniştin.    Di 19'ê Tebaxê de Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kiribûn. 23 roj in li dijî tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Çalakî bi Nobeta Demokrasiyê berdewam dikin. Hilbijêran li Mêrdînê xwest îro bi heman armancê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê polîsan nehiştin welatî ji avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê derkevin. Parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Meral Daniş Beştaş, Zuleyha Gulm, Dersîm Dag, Necdet Îpekyuz û Siddik Taş bertek nîşanî astengiya polîsan dan û bi meşê çûn Parka Karayoluyê li gel dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin.    BI XWE DÎMENÊN XWE KIŞANDIN Û PARVE KIRIN   Welatiyê xwest dîmenê çalakgeran bikêşîne, rastî astengiya polîsan hat. Polîsan gefa binçavkirinê lê xwar. Welatiyên der dorê ku xwestin tevlî çalakiya rûniştinê bibin jî, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên rastî astengiyan hatin, li wir rûniştin û dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş axivî û parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay jî bi telefona xwe dimên kêşand û ji medyaya civakî re parve kir.    'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BERDEWAM BIKIN'    Meral, di çalakiyê de diyar kir ku di bin dorpêça polîsan de çalakiyê li dar dixin û nahêlin HDP'yî û welatî tevlî çalakiyê bibin. Meral, wiha axaftina xwe dom kir: "Welatî li cihek em jî li cihekî rûniştin û me çalakiya xwe pêk anî. Her wiha Wezareta Karê Hindûrin gotina qeyûmê qedexe kir û walîtî jî çalakiyên şermezarkirinê qedexe kir. Lê em tu carî dev jî çalakiyên xwe yên şermezarkirinê bernadin. Qeyûm nikare Mêrdinê bi rêve bibe."   Parlamenteran piştî daxuyaniyê da zanîn ku li parkê çalakiya xwe ya rûniştinê dê bidomînin.