Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin 2019-09-10 14:03:44   ENQERE - Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî, di bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê de axivî û wiha got: “Ligel ku Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê, biryar da ku bîrdariya komkujiyê bê çêkirin jî, heya niha nehatiye çêkirin. Ger bê xwestin emê bi xwe bîrdariya xwe çêbikin.”   Di 10'ê Cotmeha 2015'an de, li Gara Enqereyê komkujiyek ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat û di komkujiyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di meha 47’emîn a komkujiyê de, li cihê bûyerê bîranîn hat lidarxistin. Malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê bîranîn lidar xistin. Di bîranînê de, deqeyek rêzgirin hat girtin û dûre dirûşmeyên “10’ê Cotmehê ji ber neke, ne de jibîr kirin” û “Ji şer re na, aştî hê niha” hatin berzkirin.    Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî, di bîranînê de axivî û wiha got: “Mehek şûnde emê li vê derê bîranîna komkujiyê ya sala 4’emîn li dar bixin. Êdî em ne mehan, salan dijmêrin. Me 4 sal li dû xwe hiştin. Di sala 2015’an de Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê biryar da ku bîrdariya komkujiyê çêbike. Lê ligel vê yekê jî heya niha birdarî nehatiye çêkirin. Bîrdariyê çênakin û em her roj birdariya sembolîk hembêz dikin. Ger xwestin emê bi xwe bîrdariya xwe çêbikin. Hemû tişt bi dawî dibin, gotin bi dawî dibin, lê tucarî êş bi dawî nabin. Heya ku ev kîn bi dawî nebe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”