Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin 2019-09-10 14:03:19   AMED  - Eskerên ku li Gundê Prejmanê yê navçeya Pîranê derketin operasyonê 2 welatî binçav kirin.    Eskeran li gundê Pirejmanê yê Navçeya Pîranê operasyon li dar xistin. Eskerên ku saet di 01.00'an de derketin operasyonê bi ser gund de girtin. Eskeran li gund bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn kirin. Li aliyê din ketin û derketina gund xistin bin kontolê û ketin û derketina gund qedexe kirin. Eskeran di serdegirtina malan de 2 kesen navê wan nehat zanîn binçavkirin.