Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye 2019-09-10 13:21:22   STENBOL – Akademîsyenên bi hincet danezana “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin ên doz derbarê wan de hat vekirin û beraet kirin, diyar kirin ku gotina wan a têkildarî aştiyê hîna bi dawî ne bûye û gotin: “Ji bo aştî û edaleta civakî, em banga têkoşînê dikin.”   Derbarê 5 akademîsyenên danezana “Em ê nebin hevkarê vî sûcî” îmzekirin û ji bo wan bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz hatibû vekirin û di danişîna duh li 28’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin de, biryara beraetê hat dayîn. Akademîsyenan derbarê biraya beraetê de, li ber Edliya Çaglayanê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Seroka  Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokên KESK’ê Aysûn Gezen û Mehmet Bozgeyik bi armanca piştgiriyê tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘GOTINA ME YA AŞTIYÊ BI DAWÎ NEBÛYE’   Di daxuyaniyê de pankartên “Aştî wê qezenc bike, ji bo danezana aştiyê beraet, hê niha” û “Akademî bîatê nake, daxwaza aştiyê nayê darizandin” hatin vekirin. Îmzevanê Aştiyê Tuna Altinel, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku di akademiye de tesfiyeyek mezin heye.   Altinel, da zanîn ku tiştên wan di danişînan de daxwaz kirin, bi biryarên AYM’ê hatin pêşberî wan û wiha axivî: “Dadgehan piştî biryarên AYM’ê dest bi beraet kirinê kir. Ji 20 akademîsyenan zêdetir dinava 4 rojan de beraet klirin. Doza  JÎTEM’ê ya Qoserê ji ber dem bûriyê hat betal kirin. Heya ku bêcezatî berdewam bike, wê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Ne tenê li bajarên Kurdan, wê tundî li her derê zêdetir bibe. Ji bo wan edalet encex din ava aştiyê pêş bikeve. Ji bo aştî û edaleta civakî em banga têkoşînê dikin. Gotina me ya aştiyê wê dewam bike. Me beraet kir, lê hîna gotina me ya aştiyê bi dawî ne bûye.”    ‘PÊNGAVEK ERÊNIYE’   Dûre Akademîsyen Nazim  Dîkbaş, peyama ku Komîteya Sendîkayên Perwerdê ya Awropayê şandî xwend. Di peyama sendîkayê de hat gotin ku biryara beraetê, pêngavek erêniye.